Îbûprofen gefê li tenduristiyê dixwe

Zanyar dibêjin, dermanê êşkêmkirinê Îbûprofen ku bi taybetî li dijî êşa serî tên bikaranîn, dikare rê li ber gelek pirsgirêkên tenduristiyê veke.

Dermanê kêmkirina êşê Îbûprofen ku li gelek welatan tê bikaranîn, tevî ku êşê kêm dike, gelek pirsgirêkên tenduristiyê jî bi xwe re tîne.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara bi navê Proceedings of the National Academy of Sciences jate weşandin, dema ku Îbûprofen demeke dirêj hate bikaranîn bi taybetî ji bo mêran rîskan bi xwe re tîne. Di lêkolînê de hate ragihandin ku bikaranîna zêde bandorê li hilberîna hormonê mêran dike, her wiha rojane eger zêdeyî sê heb bên wergirtin hingî zerarê dide sîstema dil û rehan.

Pispor destnîşan dikin ku Îbûprofen divê bi ti awayî zêdeyî 1,2 gramî rojane neyê wergirtin.

Her wiha hate ragihandin ku Îbûprofen jî di nav de dermanên Non-steroîdal antî-înflamatûar yan jî Aspîrîn zerarê dide fonksiyonên gurçikê.

Herî dawî şîrketa bi navê 'Pûren Pharma' ragihand ku Îbûprofen û dermanên tansiyonê Candesartan jî di nav de wan 17 cûreyên dermanan ji bazarê vekişandine.