Çîn xwe amade dike personelên destpêkê bişîne stasyona xwe ya fezayî

Çînê, hefteyek beriya şandina personelên destpêkê ji bo stasyona xwe ya fezayî ya nû, roketa ku pê bên şandin, li cihê şandinê bi cih kir.

Tê plankirin ku 3 astronot sê mehan li stasyona fezayî bimînin. Ev yek jî ji wezîfeya beriya niha ya astronotên Çînî gelekî dirêjtir e. Astronot wê meşa fezayî bikin, karên înşaet û venêrînê bimeşînin û ezmûnên zanistî bikin.

Beşa bingehîn a stasyona Tianhe yan jî Heavenly Harmony, di 29'ê Nîsanê de ber bi fezayê ve hate şandin. Wesayitên fezayî yên kargo ku meha derbasbûyî hatin şandin, ji bo astronotan ji kar re amade bikin, sotemenî, xwarin û amûrên kar gihand navenda fezayî.

Çînê meha derbasbûyî sondaya keşfê ya bi navê Tianwen-1 danîbû ser rûyê Marsê. Ji salên 1970'î û vir ve yekemcar ji Heyvê mînak anî û sonda danî ser aliyê kêmkeşifkirî yê Heyvê.

Pekîn, ji ber nepenîtiya bernameya Çînê û pêwendiya xwe ya leşkerî ya DYE'yê, tevlî Stasyona Fezayî ya Navneteweyî nabe. Tevî vê yekê jî mîsyonên zanyaran ên biyanî û astronotên biyanî yên gengaz wê karibin paşerojê serdana stasyona Çînê bikin.