Çar cûrên nû yên semasî hatin kifşkirin

Lêkolînên dawî yên li Okyanûsya hatin kirin, herî kêm 4 cûrên nû yên semasî li binê behrê hatin kifşkirin.

Li gorî gotara li kovara bi navê Marine and Freshwater Researchê hate kirin, hate destnîşankirin ku 4 cûrên nû yên semasî ku rêve diçin li cûreyên semasî yên ku dihatin zanîn 5 cûre hene ku bi rêve diçin zêde bûn.

Di lêkolîna hevpar a zanyarên Emerîkî, Endonezî û Avûstûralyayî de, 4 cûre semasî ku li binê behrê evrîm derbas kirine ku rêve diçin, kifş kirine. Ev cûreyê semasî ku ji malbata ‘Hemiscylliidea’ tê zanîn, li peravên Avûtûralya û Yenî Gîneyê hatine dîtin.

Di gotarê de hate gotin ku ev cûre semasî bi bikaranîna perik û masûlkeyên sînga xwe rêve diçin û ti ziyana wan nîne, zêdetirê xwe dişibînin gumgumokan. Tê texmînkirin ku dirêjiya van semasiyan derdorî 1 metre ye. Ev semasî bi lawirên li peravan ên nerm û bi kelpik dijî.

Bi vê lêkolînê re hejmara ev cûrê semasiyan bi giştî gihişte 9’an. Bi saya evrîmbûnê jî ev taybetmendiya xwe ya rêveçûnê girtine. Li gorî lêkolînê jî ev cûre yekane cûreyê semasîne ku bi temamî hebûna xwe girtiye derdikeve pêş.