2500 cûreyên nû yên vîrûsê hatin keşifkirin

Zanyaran DNA ya mirovan û heywanan lêkolîn kirin û zêdeyî 2500 cûreyên nû yên vûrîsê tespît kirin. Der barê gelek ji van vîrûsan de zanyar xwedî agahiyan nîne.

Li eyaleta Maryland a DYE'yê, doktor Chrîs Bûck tevî tîma xwe ji bo Enstîtuya Kanserê ya Neteweyî lêkolînek kir. Di encamê de 2500 cûreyên nû yên vîrûsê tespît kirin. Pisporan DNA'yê ji hucreyên mirovan û heywanan lêkolîn kirin û dema ku li vîrûsên dibin sedema kanserê digeriyan ev cûreyên nû yên vîrûsê keşif kirin.

609 ji 2 hezar 514 vîrûsên nû naşibin ti ji vîrûsên heta niha hatine dîtin. Vîrûsa ji cûreyê nû ku ji vîrûsên koma CRESS e, vîrûsa herî mezin a cûreyê xwe ye.

Zêdeyî 100 ji van vîrûsan ji bo mirovan weke metirsiya gengaz hatin destnîşankirin.

Piştî ku li Çînê vîrûsa Korona rû da, lêkolînên li ser vîrûsan tên kirin hîn bêhtir ketin rojeva raya giştî.