Yûsiv: Şoreşa Rojava ronesansa Rojhilata Navîn e

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsiv derbarê 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava got, ''Şoreşa Rojava ronesansa Rojhilata Navîn e.''

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsiv got ji bo ku pêşengiyeke rast û dirûst li şoreşa Sûriyê nehate kirin, bû dij şoreşeke li dijî gelê Sûriyê lê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ferqek hebû û ew jî Xweseriya Demokratîk, azadiya jinê û  projeyên wiha bû ku hemû civak bikaribin bi hev re bijîn. Ûsiv got, ''Ji bo ku xwe disparte ser hêza xwe ev şoreş li vir çêbû.''

Yûsiv got, ''Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji ber sedema ku civakên cihê dijiyan, projeya neteweya demokratîk bi pêşengiya Kurdan bû nexşerêya guherîn û veguherînê.''

Ûsiv got, ''Ji ber ku li Sûriyê projeyeke demokratîk nebû raperînên gel ji xetê derketin. Kete rewşeke dijî gelê Sûriyê. Bi xemgînî dibêjim, armanca raperîna gel a ku li Guta û Derayê dest pê kirî bi çarçoweya dadmendî, azadî û wekheviyê bû. Lê bi stratejiyek seqeq ji bo ku opsiyonê pêşengî kir, guherîn û veguherîn asteng kir. Projeya neteweya demokatîk projeyeke şoreşî ye. Mifteya hemû arîşeyan e. Ji ber ku mafê hemû civakan garantî dike. Her wiha li ser pergala demokratîk xwe dide rûniştandin. Ev jî dibe sedem ku li nav civakê geşedanek çêbibe.

Heke em bibêjin şoreşa ku li Sûriyê dest pê kirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştiye armancê ev ê ne şaş be. Ev jî rastiyeke wiha derdixîne holê. Rewşa berdest xweş hate dîtin û li gorî wê siyaset hate kirin.  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû navenda hemû hêzên demokratîk ên li Sûriyê. Her wiha ji bo ku herêmeke wiha bû ku gelek civak lê bûn bû sedem ku bi sed hezaran kes berê xwe bidin wir. Û di vê navê de parastina wê hate kirin. Em dikarin Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo hemû civakan, ji bo hemû jinan, nexasim ji bo gelê Kurd û gelan mîladek e.

Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo gelan û jinan mîladek e. Heke em wiha pênase bikin ev ê ne şaş be.''

Yûsiv got Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji gelek aliyan ve bandora xwe li ser Rojhilata Navîn kiriye, diyar kir bi perspektîfa neteweya demokratîk gelên ku ji beşên cihê pêk tên têkoşîna hevpar dane ev tez û perspektîf ji bo hemû gelan bûye alternatîf û got, ''Ango ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn çareseriya hewce yekîtiya netewî ye . Bi tena serê xwe nikare bibe çaresreî û ji bo vê hewceyî bi modêleke alternatîf heye û ev jî modêla neteweya demokratîk e.   Bi rengekî  cidî di mijara demokratîzebûnê de pirsgirêk hebûn. Modêla netewdewletiye yekrengiyê ferz dike lê demokratîk hemû rengan, neteweyan û zimanan tîne ba hev. Ev têgihiştin 19'ê Tirmehê guherî ye.  Bi pergala xweseriya demokratîk gel ji bo ku qedera xwe diyar bike, xwe spartiye ser rayeya ku li ser jiyana xwe biryarê bide û fersend çêbûye ku jiyana xwe geş bike. Li ser van esasan bûye çareserî û alternatîf.''

Yûsiv bi berdewamî got li Rojhilata Navîn kana gelek pirsgirêkan pirsgirêka jinê û malbatê ye, ew bi xaleke esasî li ser vê sekinîne û got, ''Ji ber vê Şoreşa 19'ê Tîrmehê çi qasî şoreşa civakê û gelan be, her wiha ew qasî şoreşa jinê ye. Vê bandora xwe bi asta cîhanî kiriye.  Ji ber ku heta ku meselya jinê û malbatê neyê çareserkirin meseleyên din jî nayên çareserkirin. ''

Ûsiv diyar kir lehengên rastîn ên sedsala 21'ê ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ango ciwanên YPG û YPJ'ê ne û kesek nikare vê înkar bike, tehdîdên li ser hemû mirovahiyê, bi yekîtiya gelan li vir bidawî bûye û diyar kir ,''Yek ji nirxê herî mezin ê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ev e, Berxwedana 19'ê Tîrmehê bûye navenda komunaliya civakê.''

Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsiv  herî dawî got, ''Çawa ku Şoreşa Fransayê ji bo Ewropa ronesans be Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ronesansa Rojhilata Navîn e. Ji ber ku ne tenê li Sûriyê li hemû cîhanê bûye sedema guherîna civakî.''