Yûsif: Dewleta Tirk xwe ji bo êrişên nû amade dike

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk planên nû yên ji bo êrişê dike û got, "Du salan wê şer û krîz timî di rojevê de bin."

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê û endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Foza Yûsif ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Foza Yûsif bi berfirehî qal kir ku partiya wan PYDʼê çawa di çarçoveya stratejiya neteweya demokratîk de siyaseta xeta sêyemîn li herêmê meşandiye û kiriye ku Kurd di van salên alozî û şer de weke hêzeke sereke ya li herêmê derkeve holê. Yûsif dibêje, modela ew dikin bingehê çareseriyê, gelan û bîrûbaweriya hemûyan di bin banê xwe de himbêz dike. Di van 10 salan de diyar bû ku bê Kurdan û bêyî Rêveberiya Xweser li Sûrî çareserî nabe.

'ŞAM JI ÇARESERIYÊ DIREVE'

Foza Yûsif diyar kir ku ew di çareserkirina pirsgirêkan de diyalogê esas dibînin û ji ber vê bawer nakin ku bi rêbazên leşkerî pirsgirêkên Sûrî bêne çareserkirin. Foza Yûsif pirsgirêka demokratîkbûnê ya Sûrî bi bîr xist û di vê çarçoveyê de balê bir ser pozîsyona rêveberiya Şamê û got, "Zêhniyeta dewleta netewe wek kabûsekê Sûrî fetisandî ye. Tevî guhertin û veguhertinan hemûyan jî rejîma Sûrî dixwaze dîsa bi modela dewleta netewe pirsgirêkan çareser bike. Guhertinên demoqratîk qebûl nake. Û bi hişmendiya yek ziman, yek al, yek netewe, yek çand tevdigere. Yanî mînaka herî berbiçav ew e, heta niha hukûmeta Sûrî xwendina bi zimanê dayikê qebûl nekiriye û her ku diyalog çêdibe, dixwazin dibistan vegerin dema rêjîmê. Ev mînak berbiçav e ku çiqas li guhertina demoqratîk girtîne. Tevî hewldanên me hemûyan jî ku em dixwazin bi riyên demoqratîk û aştiyane pirsgirêkên xwe çarser bikin lê mixabin Rejîma Sûrî ji vê yekê direve.”

'DEWLETA TIRK DIXWAZE DÎSA ÊRIŞ BIKE'

Foza Yûsif li ser pirsa der barê rola dewleta Tirk de îşaret bi rola dewleta Tirk a di destwerdanê de kir û anî ziman ku dewleta Tirk her tim ji bo destwerdanê zemîn afirandiye; ji bo vê bi çeteyên mîna DAIŞê re xebitî ye -herçiqasî ev pêşî veşartî kiriye- ji ber ku bi ser neket niha bi awayekî eşkere karên qirêj dike. Foza Yûsif tehlûkebûna dewleta Tirk ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahî gelan û demokrasiyê destnîşan kir û got, "Armanca dewleta Tirk ew e, di paşeroja Sûrî de bibe xwedan gotin û nehêle ku Kurd bi ti awahî bibin xwedan statu. Lewma hemû rêbazan bi kartîne. Li gor şopandina me Tirkî dixwaze careke din êrişî herêmên me bike, ger derfet bibîne wê vê yekê bike. Lê ger derfet nebîne wê bi riyên istixbaratî bixwaze tevlihevî çêbike, fitne derxe, kesên bi bandor bikuje, bê istiqrariyê çêke. Jixwe van hemûyan jî niha dike."

'ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNE'

Foza Yûsif şerê taybet ê dewleta Tirk li dijî Rêveberiya Xweser bi mînakan nîşan da û qala ajankirin, fitne û fesadiya di nava pêkhateyan de kir û got, bi saya hişyariya gel pirranî van hewldanên dewleta Tirk hatine pûçkirin. Foza Yûsif got: "Em civaka xwe rojane li dijî polîtîka dewleta Trik hişyar dikin, hişmendiya siyasî û parastinê xurt dikin. Di warê diplomasiyê de jî ji bo rastiya siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bê deşîfrekirin û li dijî wê helwest çêbibin em di nava hewldanan de ne."

'EM Ê YEKÎTIYÊ BI SER BIXÎNIN'

Foza Yûsif qala şert û mercên zehmet ên herêmê kir; bandora ambargoya aborî ya li ser Sûrî kir û got, ev hemû bandorê li ser guhertinên demokratîk dike, lê dîsa jî herî zêde Rêveberiya Xweser karîbû li ser piyan bisekine.

Foza Yûsif li ser Yekîtiya hêzên Kurdî û hevdîtinên bi ENKSê re got, ew hewl didin li hêmanên demokratîk yekîtiyê ava bikin, lê ENKSʼê muhafezekar tevdigerin û ji bo vê jî Foza tevlîbûna jinan û hêzên din ên nava rêveberiyê mînak da û got, "Tevî astengiyan hemûyan em bi biryarin pêvajoyê bi ser bixin."

'HEM XETERÎ HEM JÎ DERFET HENE'

Foza Yûsfi di axaftina xwe de diyar kir ku li Sûrî şer nesekiniye didome û herî kêm wê 2 salên din jî dewam bike û got: Li gorî nêrîna min gelek xeterî hene ji bo Kurdan, lê gelek derfet jî hene. Kurd di herêma Rojhilata Navîn de bûne hebûneke siyasî û kes nikare înkar bike, lê polîtîkayên qirkirinê jî li ser kar in. Ger em şaştiyên siyasî yên mezin nekin û em xeta sêyemîn biparêzin û yekitiya xwe ava bikin netenê ji bo Kurdan her weha ji bo hemû Sûrî em karin bibin riya çarseriyê."