Foza Yûsif: Şoreşa Rojava ji bo jinan bû mîladeke nû

Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif li ser şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê axivî û got, "Şoreşa Rojava ji bo jinan bû mîladeke nû."

Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pêvajoya destpêkirina şoreşê û rewşa niha ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Foza Yûsif diyar kir ku taybetmendiyeke xweser a vê şoreşê ew e ku gelek jin tevlî vê şoreşê bû û got, "Yek ji cudahiyên xwe yên herî mezin ev bû. Jinan ne tenê piştgirî dan vê şoreşê, di heman demê de ji her alî ve pêşengî jê re kirin. Di mijarên siyasî, parastin, çandî de bi roleke mezin rabûn. Li hin qadan bi rêjeya 50 ji sedî jin tevlî bûn. Mesela, sîstema hevserokatiyê ya li qada siyasî, di asta pergalî de li cîhanê yekemcar li Rojavayê Kurdistanê kete meriyetê. Niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Ev sîstema hevserokatiyê ji bo rêxistinên jinan hemûyan ên li dinyayê gaveke şoreşgerî ye, modeleke şoreşgerî ye.

Niha li tevahiya komîn û meclîsên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema hevserokatiyê heye. Meclîsa edaletê ya jinan jî ji bo tevlîbûna jinan a li dozên jinan û wergirtina biryarên jinan bi bandor e. Jin her wiha li qadên parfastinê jî bi YPJ, Asayîşê û HPC'ê roleke girîng lîstin. Di qedandina DAÎŞ'ê de jinan li qadên berxwedanê hemûyan roleke mezin lîstin."

LI GEL ŞOREŞA SIYASΠŞOREŞA CIVAKÎ JÎ PÊK HAT

Foza Yûsif anî ziman ku bandoreke din ew e ku di danûstandinên malbatî de guherîn û veguherîneke mezin pêk hatiye û got, "Em dikarin bêjin ku civaka me ji kaosa ji ber zîhniyeta serdest a mêr rizgar kiriye. Li gel şoreşa siyasî her wiha şoreşeke civakî jî pêk hat. Ev yek ji bo civaka me gelekî girîng in. Ji bo demokratîkkirina malbatê xwedî bandoreke mezin e. Li qada çandî û siyasî, di têkiliyên jin û mêr de, her wiha di têkiliyên nava malbatê de xwedî bandoreke mezin e. Yanî rastiyeke bi vî rengî xwe nîşan da. Şoreşa jinê dikare bibe bingeha şoreşên civakî û siyasî. Di heman demê de li şoreşên civakî û siyasî jî pêşî li şoreşa jinê dikare bê vekirin. Bi têkiliyeke xurt bûn sedema pêşketineke mezin."

Foza Yûsif ragihand ku di nava mêr de jî guhertinên erênî hene û got, "Hem bi jinan re şoreşek pêk anîn û hewl dan civakeke azad bi rêxistin bikin. Em vê yekê weke pêşketineke girîng dibînin. Dema ku vê dibêjim, mebesta min ne ew e ku şoreş bi dawî bûye û me her tiştên pêwîst kirine. Azadî tiştekî welê ye ku roj bi roj divê bê xurtikrin, bê pêşvebirin û birêxistinkirin. Lê belê destketiyên hatine afirandin jî ne biçûk in. Divê jin xwedî li şoreşê û destketiyan derkevin.

Me dît ku li herêmên hatine dagirkirin destketiyên jinan bi sedsalî hatine paşvebirin. Li qanûnên berê vegeriyane ku di dîroka mirovahiyê de weke salên tarî tên naskirin. Serî û mejiyê jinê hate girtin. Jin bi saxî hatin fetisandin û veşartin. Bûyerên li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê diqewimin vê rastiyê nîşan didin. Em dikarin bêjin ku DAÎŞ û hevkarên wan herî zêde êriş birin ser jinan. Jinan jî tola destketî û şorşea jinê ji sîstema zordar hilanîn."

'EM ROJ BI ROJ XWE BI RÊXISTIN DIKIN'

Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif destnîşan kir ku di nava demeke welê kurt de ji bo tevahiya jinên li cîhanê mîrateyeke mezin afirî û got, "Şoreşa jinê ya Rojava sla 2011'an dest pê nekir. Temenekî 30-40 salî yê têkoşîna jinên Kurd heye. Şert û mercên objektîf û sûbjektîf bûn sedem ku hîn bi rengekî berbiçav xuya bike. Ji bo karibe bi bandoreke xurtir derkeve holê şert û mercên guncaw hatin amadekirin. Destketiyên di van salan de hatin afirandin ji bo tevgerên femînîst ên li cîhanê ji aliyê fikrî, hişmendiya jinê û pêşvebirina civaka azad ve roleke mezin lîstin. Di heman demê de ji bo guherîn û veguherîna mêr jî guhertineke mezin pêk anî.

Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê bi qasî ku sîstema heyî ya siyasî demokratîze kir, her wiha di şoreşa jinê de jî zîhniyeta mêr demokratîze kir. Yanî em dikarin bêjin ku şoreşa 19'ê Tîrmehê li dijî jina kole û mêrê desthilatdarparêz hate kirin. Vê yekê jî di nava civaka me de guherîn û veguherîneke mezin kir. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo jinan bû mîladfeke nû, bû rêyeke nû ya jiyanê. jin êdî ne mehkûmî malê û mêr in, ji bo xwe jiyaneke alternatîf afirandine."

Foza Yûsif bi bîr xist ku niha Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, jin di nava tevgerên jinan hemûyan de hene û got, "Her wiha Meclîsa Jinan a Sûriyeyê hate avakirin. Roj bi roj di bin sîwana şoreşê de jin xwe bêhtir bi rêxistin dikin û xurt dikin. Ji bo şoreşa jinê mayinde bibe divê jin hemû xwedî li destketiyên şoreşê derkevin. Her wiha rêxistiniya xwe xurt bikin û mezin bikin. Ji ber ku gefên mezin li ser şoreşa jinê hene."

'PARASTINA YEKÎTIYÊ GELEKÎ GIRÎNG E'

Foza Yûsif bi wesîleya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê bal kişand ser Însiyatîfa Yekîtiya Kurdan û destnîşan kir ku ev yek gaveke gelekî girîng e. Foza Yûsif got, "Ev yek di heman demê de gaveke ji bo mayindekirina şoreşê û parastina wê. Yekîtiya ku bi perspektîfa neteweya demokratîk hate avakirin, di heman demê de ji gelên cuda pêk tê. Gelekî girîng e ku ev yekîtî bê parastin. Em çiqasî karibin yekîtî û hevgirtina xwe biparêzin, em ê ewqasî karibin azadiya xwe biparêzin. Azadî û yekîtiya me bi hev ve girêdayî ne.

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de salvegera şoreşa Rojava li gelê Kurd ê çar aliyên Kurdistanê, gelên Sûriyeyê û mirovahiya azad pîroz kir.