YPJ'ê tola zarokan hilanî: 5 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin

YPJ'ê ji bo tolhildanê doh li baregehek arêşa Tirk a dagirker a li bejahiya Eyn Îsayê xist. Hate ragihandin ku di encama vê çalakiyê de 5 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan li bejahiya Eyn Îsayê çalakiyeke tolhildanê lidar xistine.

Li gorî daxuyaniya YPJ'ê çalakî 1'ê Îlonê saet di 06:20'î de bi fuzeyan li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker a li gundê Kefîfa yê Eyn Îsayê hate kirin.

YPJ'ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 5 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Fermandariya YPJ'ê ragihand ku ev çalakî ji bo hilanîna tola zarokên li Hesekê hate lidarxistin, ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin.