BI DÎMEN

YPJ'ê tol hilanî: 9 çete û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

YPJ’ê ragihand ku ji bo tolhildana şehîd Sorxwîn Rojhilat û şehîd Azadî Dêrik rêzeçalakî li dar xistine û di wan çalakiyan de 6 çete û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên xwe yên tolhildanê agahî parve kirin. YPJ’ê da zanîn ku çalakiyên wan ji bo tolhildana şehîd Sorxwîn Rojhilat û şehîd Azadî Dêrik li dar ketine û di ancamê de 9 çete û leşkerên dagirker hatine kuştin, her wiha 8 çete û leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Yekîneyên me di çarçoveya mafê xwe yê parastinê de û ji bo tolhildana şehîdên xwe yên gazî fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik li seranserê herêma bakur-rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de baregeh û çeperên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin hedefgirtin.”

Di berdewamê de hate diyarkirin ku 12’ê Sibatê şervanên wan li herêma Minbicê li eniya Seyyadê ya gundê Hemrat çalakiyeke serdegirtinê li dar xistiye û baregeheke dagirkeran bi temamî hatiye îmhakirin, leşker û çeteyên tê de baregeha xwe berdaye û reviyane.

Têkildarî wê çalakiyê ev agahî hatin parvekirin: “Di encamê de 3 çete di hundirê baregehê de hatin kuştin, 3 çete jî dema hewl dan birevin, ji aliyên şervanên me ve hatin kuştin. Şervanên me çûn ser cenazeyên 3 çeteyên dagirker. Di encama vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn û reviyan.”

Li gorî daxuyaniyê heman rojê li eniya Til Temir-Sewama Aliya ya di navbera gundên Rêhaniyê û Sûsa de şervanên wan bi çekên giran li baregeha leşkerên Tirk ên dagirker daye û 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Di encama van rêzeçalakiyên me de 9 çete û leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Herî kêm jî 8 çete û leşkerên Tirk ên dagirker birîndar bûn.”
YPJ’ê her wiha diyar kir: “Wek Yekîneyên Parastina Jin me soz da tevahî jinan û gelê xwe ku em ê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin û wê êrişên dagirkeran bê hesab nemînin. Çawa ku me got YPJ hêza tolhildana sedsalê ye, em careke din diyar dikin ku li dijî her cure êrişên dagirkerî û dij-mirovî, em ê hesab ji dagirkeran bixwazin û bersiva pêwîst bidin. Heya avakirina siberojeke azad û ewle, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.”