YPJ: Şoreşa Rojava bû çavkaniya azadiyê ya hemû jinên cîhanê

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku şoreşa wan bûye çavkaniya azadiyê ji hemû jinan re.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.

Di daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, "Şoreşa vejîna gelan û jinan a 19'ê Tîrmehê di serî de li Rêber APO, gelên Rojhilata Navîn, mirovahî û gelên Bakurê Sûriyeyê, tevahî şehîdên şoreşa azadiyê, şehîdên berxwedana serdemê, di şexsê pêşengên weke; Warşîn, Jiyan, Jînda, Xebat, Devrîm, Seydo, Helîn, Ronahî, Azadî, Ruksen, Ozgur, Rojda, Evîn, Zozan, Bermal, Gulan, Nalîn, Avêsta, Barîn û bi hezaran qehremanên dilwêrek ên ku di oxira parastina nirxên civakî û şoreşê de gihîştin şahadetê pîroz dikin."

Fermandariya YPJ'ê diyar kir ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê dest pê kiriye û roj bi roj mezin bûye û wiha dewam kir: "Têkoşîna jinên Kurd bêguman xwedî kevneşopiyeke dîrokî ye. Têkoşîna jinên Kurd ku bi Besê, Zarîfe, Bêrîvan û Sarayan dest pê kir, bi Nalîn, Şervîn, Rêvan û Avestayan dewam kir."

BÛ ÇAVKANIYA AZADIYÊ JI HEMÛ JINAN RE

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava bi beşdariya gel û jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, jin û gelên ji baweriyên din mezintir bûye û ji bo hemû jinên cîhanê re bûye çavkaniya azadiyê.

Fermandariya YPJ'ê destnîşan kir ku jinan bi şoreşê re ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê siyasî, îdeolojîk û felsefî ve li hemû qadên jiyanê bi îradeya xwe ya azad cih digirin û hêza xwe nîşanî tevahiya cîhanê dane. Fermandariyê got, "Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye."

Fermandariyê bi bîr xist ku hêzên navneteweyî bi destê çeteyên DAÎŞ'ê xwestine Şoreşa Rojava bifetisAînin, lê belê ew bi xwe fetisîne û wiha dewam kir: "Heta niha ji bo tinekirina destketiyên şoreşê êrîşên pir berfireh dikin, hewildana wan a herî dawî jî dagirkirina Efrînê bû lê bi ketina sala heftemîn a şoreşa gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re careke din ruhê berxwedana serdemê îspat kir ku ev agirê azadiyê nayê temirandin. Li ser vê bingehê em soz didin gelê xwe em ê bi bilindkirina tekoşînê re tola tevahî şehîdên şoreşê û bi taybetî şehîdên Berxwedana Serdemê ji dagirkerên Tirk û ji hêzên ku dibin dûvikê wan bigirin. Em heya mizgîniya azad kirina Efrînê, parastina Bakurê Sûriyeyê Sûriyê misoger nekin wê tekoşîna me berdewam bike."