YPG û YPJ’ê Arîn Mîrkan bi bîr anî

Şervanên YPG û YPJ’ê Arîn Mîrkan a sala 2014’an di Berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî li dar xistibû û şehîd bûbû bi merasîmekê bi bîr anî.

Sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka gelek hêzan, êrîşî bajarê Kobanê kir. Li hemberî vê êrîşa hovane gelê Kurd û jinên Kurd seknekî fedayî nîşan dan. Arîn Mîrkan yek ji wan kesayetan bû ku heya kêliya dawî şer kir û li ber xwe da. Arîn Mîrkan, li ser Girê Miştenûrê bi berxwedana xwe ya lehengî û bi ruhê xwe yê fedayî navê xwe li tevayî cîhanê belav kir û di 5’ê Cotmeha 2014’an de şehîd bû. 

Li Şedadê bi tevlîbûna fermandar û sedan şervanên YPG û YPJ’ê Şehîd Arîn Mîrkan bi merasîmekê hate bibîranîn. Fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û YPG’ê Leyla Waşûkanî, Rûken Efrîn, Delîl Çirav û Tolhildan beşdarî merasîmê bûn. Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî di merasîmê de xîtabî şervanan kir û di serî de di kesayeta şehîd Arîn Mîrkan de tevahî Şehîdên Rojava û Bakûrê Sûriyê bîbîranî.   

‘BERXWEDANA KOBANÊ RÛHÊ NETEWÎ DI NAVA GELÊ KURD TE XURT KIR’

Waşûkanî qala girîngiya Berxwedana Kobanê û kesayeta Arîn Mîrkan kir û wiha got; “ Serî de şexsê heval Arîn de şehîdên Kobanê û tevayî şehîdên şoreşê bîr tînin, bejna xwe ditewînin û sond xwin ku di şopa wan de biçin. Şehîdên me pêşengên me ne. Şehîdên me ronahiya rêya me ne. Şoreşa me bi şehîdan hate ava kirin û xaka me bi xwîna şehîdan hate avdan. Şehîdên me yekîtiya rûh û fikrî di me de ava kirin. Berxwedana Kobanê, ruhê netewî di nava Kurdan de xurt kir û deriyê pêşxistina şoreşa Rojava vekir. Ev derî bi ked û berxwedana şehîdan hate vekirin. Hevrê Arîn, bi sekna xwe ya dilpak û bi girêdana doza gelê xwe ve li hemberî hovîtiya çeteyên DAİŞ’ê li berxwe da. Heval Arîn, bi berxwedana xwe ya dîrokî hişt tevayî jinên cîhanê berê xwe bidin şoreşa Rojava. Bi şehadeta hevrê Arîn re, bi hezaran keç beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. Îro li ser rêya heval Arîn bi hezaran jin, li ber xwe didin û xwe di aliyê parastina cewherî de perwerde dikin. Bi ruhê Arînan, îro jinên Rojhilata Navîn û tevayî jinên cîhanê li hemberî zilamê berxwe didin. Em jî weke şopdarên xeta Arînan, bi çeka xwe şerê parastina hebûna xwe dikin û bi tekoşînê xwe mezin dikin, perwerde dikin û li hemberî êrîşan li berxwe didin.”

Leyla Waşûkanî bi domdarî wiha got; “ Ev meşa ber bi azadiyê bi Arînan û bi sedan şehîdên me dest pê kir û weke berdewamiya vê xelekê heval Sozdar, Rêvana, Barîn, Amargî, Avesta û bi hezaran şopdaran bê rawestan didome. Em dibêjin rêya ku wan da ser, emê wê rêyê heta serkeftinê bişopînin û biparêzin. Çawa wan bi sekna xwe, bi berxwedana xwe hemû pîlanên dijmin vala derxistin, dijmin poşman kirin, em ê jî serî de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên ku dixwezin xaka me dagir bikin, êrîşî destkeftiyên şoreşa Bakûrê Sûriyê bikin emê bi ruhê Arînan li hemberî bisekinin.

Em careke din dibêjin di rojeke wek îro de dîs soz didin û em ê di sala 5. ya şehadeta heval Arîn de tekoşîna azadiyê bilind bikin. Ji bo rizgar kirina Efrînê xwe amade bikin û weke YPJ’ê hêza xwe di xeta Arînan de mezin bikin. Li se wê esasî em careke din dibêjin şehîd namirin û heta ku em hebin em ê li ser rêya wan bin, em ê heviyên wan bi serkeftinê tacîdar bikin û dibêjim şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin.”

Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.