YPG: Hevalê me Heqî Şoreş şehîd neketiye

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê duh nasnameya 7 şehîdên Berxwedana Cezaa û Kobanê eşkere kiribû. Navendê ragihand ku şervanê wan Heqî Şoreş (Kenan Işik) şehîd neketiye.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê duh bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Cezayê yên di meha Îlon û Tebaxê 2014’an de şehîd bibûn bi raya giştî re par ve kiribû. Navenda YPG’ê têkildarî mijarê îro daxuyaniyek weşand û ragihand ku şervanê wan Heqî Şoreş şehîd neketiye.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Di navbera 15’ê Îlona 2014 û 26’ê Çileya 2015’an de berxwedana Kobanê ku 134 roj berdewam kir, bi gelê me yê Rojava, her 3 parçeyên Kurdistanê û bi hatina welatparêz û şoreşgerên ku li her aliyê cîhanê û bi tevlîbûna mirovên enternasyonalîst ve ev berxwedana dîrokî di mêjiyê mirovahî de cîhê xwe girt. Ji vê berxwedana dîrokî re bi taybet jî bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê bi rihê seferbertiyê, ti sînoran nas nekirin û tevlî şerê berxwedana dîrokî a Kobanê bûn. Mirovên me ku bi welatparêziyên xwe yên kur, bi baweriyên xwe yên azadiyê heya dawî li ber xwe dane û şehîd ketine, lê qasê ku ev mirovên me şehîd ketine di aliyek din jî mirovên ku aqûbeta wan ne diyar e jî çêbûn.

Di derbarê vê de;

Me di 1’ê Cotmeha 2018’an de bi daxuyaniyek dabû diyarkirin ku 7 rêhevalên me di berxwedana Kobanê û Cezaa de şehîd ketibûn û me vaya bi raya giştî re parve kiribû. Di encama agahiyên ku me bi dest xistiye de Kenan Işık bi nasnav Heqî Şoreş şehîd neketiye.”