YPG: Gelê me îddîayên Tirkiyeyê pûç kir

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ji bo xwedîlêderketina tevahî gelê Bakurê Sûriyê ya li Berxwedana Serdemê silav kir.

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ji bo xwedîlêderketina tevahî gelê Bakurê Sûriyê ya li Berxwedana Serdemê silav kir.

YPG’ê têkildarî xwedîlêderketina gel daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YPG’ê wiha  ye: “Bi bilindbûna berxwedana hêzên me ya li dijî Artêşa Tirk a dagirker ku li dijî dewleta Tirk a êrîşkar û teroristên Qaîda, me bi kêfxweşiyeke mezin hatina gelê me yên Bakurê Sûriyê û Şengalê ên Kurd, Asûr, Ereb, Suryan û Turkmenan ên li Efrînê pêşwazî kir. Hemû gelê me hatin ser xaka berxwedanê. Em dibînin ku ev bûyera bi nirx ku gelê me pêk aniye û hatina qada berxwedanê ya Efrînê serkeftina ku şervanan di rojên derbasbûyî de xêz kirin, pêk anî.

Hatina gelê me ji Şengal, Til Koçer, hemû herêmên Cizîrê, Firat, Kobanê, Reqa, Minbic û Helebê û derbaskirina ewqas mesafeya dirêjî û riya zehmet rastiya ku gelê me yê qehreman herdem amade ye ber bi serkeftinê ve here. Guh li dijimin û terorîstên wan ên bi xwe pozbilind nade. Madem gelê me di şer de yan jî di himêzkirina şervanên me de, bi me re ye, tu faydeya çekên wan nîne. Her ku berxwedana gelê me bilind bû wê dijminê me lawaz bibe û hêza wê, wê ji hev bikeve. Sedema serkeftinên me yên di salên derbasbûyî de ku li dijî DAIŞ’ê pêk hatin ew e ku gelê me bi me re ye, em di hemû eniyan de li dijî dijmin serkeftinê bi dest dixin. Ew tişt niha li Efrînê jî xwe dubare dike.

Em ji gelê xwe yê Bakurê Sûriyê re û berxwedana wan a ku her dem ji me re bû bingeh re spasiyên xwe pêşkêş dikin. Têkoşîna wan ji me re cihê rêzgirtin û nirxdayînên bilind in, li ser erda xwe pêk tîne. Bi rastî û wefadarî pêk anîne. Ev xwedîderketina gelê me wê, me ber bi serkeftin û berxwedanên din ve bibe. Em soz didin ku wê gelê me bi hêzên xwe û serkeftinên wan serbilind be. Em teqez dikin ku tiştê me dikşîne berxwedanê parastina destkeftî û dîroka me ye. Armancên me berî û hîn jî azadî ye û em ê tu carî ji wê gavan paş ve neavêjin.”