Fermandariya YPG'ê ya Efrînê peyamek weşand û çalakiyên li Ewropayê li dijî dagirkeriyê tên lidarxistin silav kir.
Daxuyaniya YPG'ê wiha ye:
"Me li Efrîna berxwedêr bihîst ku hejmareke ji ciwanên dilsoz ên Ewropa meşeke dirêj ber bi bajarê aştiyê Cenevre li dar dixin. Her çiqasî mijûlbûna hêzên me YPG û YPJ'ê bi şerê li hember dagirkeriya Tirk û terorîstên El Qaîde dema me dibe, lê dîsa jî em dixwazin ji vê derê silavên xwe ji were bişînin û vê çalakiya ya bi nirx we pîroz bikin.
Ev dilsoziya we isbat dike ku cudahiya reng, ziman û neteweyan ti carî nabe asteng li pêşiya mirovatiyê, berevajî wê dema gel bi hemû rengên xwe li hember dagirkerî û zilmê serî hildidin û dest didin hev ewqas jî digihêjin hev û bi hev re baş dijîn.
Îro hûn dizanin em li ser xaka xwe li Efrînê rastî êrîşekî bêbext û ne rewa ji aliyê Tirkiyê û terorîstên El Qaîde ve tên. Ev êrîşa bi armanca qirkirina gelê me û jiyana hevbeş a di nava gelan de, heta niha gelek sivîlên me di encama wê de jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn û hîn jî jiyana bi sed hezaran di xeteriyê de ye; ji ber tank û topan û balafirên dewleta Tirk ku nayê rawestandin û bê navber dar û malên sivîlan hedef digrin û binesaziya welatê me û cihên dîrokî xira dikin.
Diyar e, Tirkiyê îro sûcên dij mirovatiyê dike, ji xwe şerê wê ne rewa ye û herêmeke ku bêhtirî 500 hezar koçberên Sûrî digre nava xwe dixe nava xeteriy. Ji lewre ji bo ku mirovatî têk neçe û mirov li vir neyên qirkirin îro hêzên me YPG û YPJ`ê şerê hebûn û nebûnê dikin. Şervanên me ku çawa mirovatî ji DAIŞ’ê parastin, îro di heman astê de li ber xwe didin, tekoşîna me ya ku em pê bawerin ku rûyê rast ên çeteyên Tirk ji bo cîhanê nîşan bide û em bawerin ku cîhan jî wê pir temaşe neke li hovîtiya dewleta Tirk û sûcên ku heta niha kiriye li hember mirovatiyê û wê hesab jê bixwaze; ji ber ku her diçe Tirkiyê ji hemû cîhanê xeteriyê çêdike û dibe hêlîna hemû terorîstan.
Hevalên hêja
Her çiqasî hun dûr bin ji Efrînê, lê em kelecan û hestên we baş dibihîzin. Çawa we bi çalakiyên xwe berxwedana Kobanê tenê nehişt û hun bûn hevparê serketina me ya li dijî DAÎŞ'ê, îro jî em bawerin hunê gelê me tenê nehêlin û hunê dosyayên komkujiyên dewleta Tirk bigihînin cihê pêwendîdar. Bawerî û hêviya me ew e ku qîrîna zarokên birîndar ên Efrînê wê nehêle mirovatî rehet rehet razê. Îro li vê derê çawa her kes ranazê û di ber xaka xwe de canê xwe dide, em bawerin hunê jî ranewestin û têkoşîna hevpar a li dijî qirkirinê mezin bikin.
Li ser vê bingehê, em weke fermandariya YPG ya Efrînê careke din vê dilsoziya we pîroz dikin û em tekez dikin ku wê dilê gel û şervanê me bi were be di meşa we de. Em ê kêliyên ku hun di çalakiya xwe de derbas dikin bi çalakiyên xwe yên rewa li hember dagirkerên Tirk û terorîstên wê tije bikin. Soza ku me dabû mirovatiyê dema şerê li dijî DAÎŞ’ê her em ê berdewam bikin û tekoşîna xwe mezintir bikin."