YPG'ê şervanekî xwe yê di qezayê de şehîd bû, bi bîr anî
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku şervanê wan Xemgîn Azadî li Hesekê di 10'ê Gulanê de di dema perwerdeyê de şehîd bûye û sersaxî xwest.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku şervanê wan Xemgîn Azadî li Hesekê di 10'ê Gulanê de di dema perwerdeyê de şehîd bûye û sersaxî xwest.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Hevrêyê me Xemgîn Azadî roja 10’ê Gulanê, di encama qezayeke dema perwerdeyê de gihaşt şehadetê.
Hevrê Xemgîn di demekê de ku têkoşîna azadî û demokrasiyê li Rojava û Bakurê Sûriye bi pêş diket û mezin dibû, tev li refên me bû. Hevrê Xemgîn kêlî bi kêlî bi rihekî fedayî tev li têkoşînê bû û erk û berpirsyariyên xwe bi coşeke mezin bi cih anîn. Baweriya xwe ya bi şoreşa azadiyê re, bi sekna xwe û têkoşîna xwe îspat kir û heta kêliya dawî jî ev sekna xwe parast.
Em di şexsê hevrê Xemgîn de tevahî şehidên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Xemgîn Azadî
Nav û Paşnav: Yunus Kaya
Navê Dayikê: Cehîde
Navê Bav: Seyfettin
Cîh û dîroka Şehadetê: Hesekê, 10 Gulan 2021