YPG'ê nasnameya şervanê ku bi qezayê şehîd bûyî ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand endamê wan Xelîl El Elî (Cahid Reqa) 22'yê Mijdarê li Hesekê bi qezayekê şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG`ê têkildarî şehadeta hevrêyê xwe ev daxuyanî da:

''Rêhevalê me Cahîd Reqa roja 22ê Mijdarê li Hesekê di encama qezayê de şehîd bû. Rêheval Cahîd li bajarê Reqa, di nav malbatek Ereb de mezin bû. Heval Cahîd, bi hestên welatparêziyê mezin bû û di temenekî ciwan de têkoşina me ya li hember dagirkerî û paşverûtiyê nas kir. Hestên welatparêziyê ku ji malbata xwe girtibû di kesayeta xwe de zivirand biryardariya şoreşgeriyê û tev li nav refên me bû.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav:  Cahîd Reqa

Nav û Paşnav:  Xelîl El Elî

Navê dayik:  Remziya

Navê bav:  Îsmail

Cîh û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Mijdar 2021

YPG`ê di şexsê heval Cahîd de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û ji malbata şehîd Cahîd Reqa û gelê herêmê re sersaxî xwest.''