YPG’ê nasnameya du şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kirin

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şervanên YGP’ê yên di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de 19-22’yê Adarê de şehîd bûbûn eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanên YPG’ê Êrîş Efrîn ê 22’yê Adarê li gundê Doqa Mezin û Gîvara Efrîn ê 19’ê Adarê li Kevirê Ker ên di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn eşkere kir.

YPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:Hevrêyên me Êrîş Efrîn û Gîvara Efrîn di berxwedana serdemê de li hember dagirkerî û qirkirinê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şerkirin û şehîd ketin.

Hevrêyên me Êrîş Efrîn li herêma Efrînê di nav malbatek welatparêz de jidayîk bû. Bandora şoreşa azadiyê ji nêz ve hîs kir û tevlî refên şoreşê bû. Di demeke kurt de xwe pêş xist, sekna xwe ya têkoşer parast û kesayeta xwe avakir. Hevrê Erîş, ew hêrsa ku li dijî dijminê xwe di kesayeta xwe de zivirand hêzekî mezin û hetanî kêliya dawî jî di têkoşîna xwe de paş de gav neavêt û bi israr meşiya.

Hevrêyê me Gîvara Efrîn, li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn, di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Tecrubeyên ku di nav refên azadiyê de girt, di kesayeta xwe şervantiyê pêş xist. Bawerî û dilsoziya xwe bi şoreşê re bi dayîna têkoşînê îspat kir.

Em di şexse hevrê Êrîş Efrîn û Gîvara Efrîn de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji her du malbatên şehîdê xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nanameya şervanên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Êrîş Efrîn
Nav û Paşnav: Xelîl Osman
Navê Dayîk: Zeynep
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayîkbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadete: Efrîn Gundê Doqa Mezin | 22 Adar 2018
***

Nasnav: Gîvara Efrîn
Nav û Paşnav: Îbrahîm Îsmaîl
Navê Dayîk: Rûşîn
Navê Bav: Mihemed Nûrî
Cihê Ji Dayîkbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Raco Kevirê Ker | 19 Adar 2018