YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên li Reqa, Dirbesiyê û Şedadê şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên li Reqa, Dirbesiyê û Şedadê şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên di navbera 22-25'ê Tebaxê de li Reqa, Dirbesiyê û Şedadê şehîd bûn, eşkere kir.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG'ê hatî weşandin wiha ye;
'NÎVÊ BAJARÊ REQA HATIYE RIZGARKIRIN'
"Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demokratîk bi awayekî dijwar didome. Ji destpêkirina pêngavê heya roja me ya îro bajarê Reqayê nîvî zêdetir hatiye rizgar kirin û bi vê ve girêdayî bi hezaran sivîlên Reqayê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve wek mertal dihatin bikaranîn ji aliyê şervanan hatine rizgar kirin. Ji bo tevahî bajar û sivîlên ku destê çeteyan de mane werin rizgar kirin operasyonên şervanan li ser çeteyan berdewam dike.
'5 HEVRÊYÊN ME LI REQA Û 2 HEVRÊYÊN ME LI ŞEDADÊ ŞEHÎD BÛN'
Di rojên 22-24’ê Tebaxê de 5 hevrêyên me bi armanca meşandina pêngavê û rizgarkirina sivîlan de li hember çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê ji bo astengkirina pêşveçûyîna şervanan a Pêngava Rizgarkirina Reqayê, êrişên xalên YPG û YPJ’ê yê dervê Reqayê dikin. 22-23 Tebaxê de 2 hevrêyên me ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundê Ebû Xeşeb a girêdayî Şedadê de ber xwe dan û êrîşên çeteyan têkbirin bi qehremanî şehîd bûne.
'HEVRÊYÊ ME EGÎD LI DIRBÊSIYÊ JI BER QEZAYEKÊ ŞEHÎD BÛ'
Hevrêyekî me ku li Dirbêsiyê erkê xwe pêk dianî di encama qezaya trafîkê de tevlî karwanên şehîdan bûye.
Em YPG û YPJ hemû şehîdên xwe ku bi xwîna xwe nirxên pîroz avakirine û bûne nirxên herî pîroz bi rêzdarî bibîrtînin û ji bo malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Bi rizgarkirina Reqayê re yekîtiya gelan hîn xurttir bikin û welatekî aram ava bikin, soza xwe nû dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Azad Erîşe
Nav û Paşnav: Mehmûd El Salih
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 22 Tebax 2017
Nasnav: Delîl Hesekê
Nav û Paşnav: Musa Xidir
Navê Dayikê: Sebha
Navê Bav: Samir
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Tebax 2017
Nasnav: Egîd Dirbêsiyê
Nav û Paşnav: Fuat Mihemed
Navê Dayikê: Zelîxa
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dirbêsiyê / 25 Tebax 2017
Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û Paşnav: Leyis Xidir Mihemed
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Xidir
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Tebax 2017
Nasnav: Esed Amed
Nav û Paşnav: Ismaîl Mihemed
Navê Dayikê: Hemra
Navê Bav: Casim
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Tebax 2017
Nasnav: Misheb Şedadê
Nav û Paşnav: Ehmed Himid Mihemed
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Himid
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 23 Tebax 2017
Nasnav: Rojhat Kurtalan
Nav û Paşnav: Davut Kîlvan
Navê Dayikê: Nadîre
Navê Bav: Yusuf
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24 Tebax 2017
Nasnav: Şervan Hesekê
Navê Dayikê: Remedan Mensur Qirêş
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Mensur
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Tebax 2017