YPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir -NÛ BÛ

YPG'ê nasnameya 7 şervanên xwe yên di demên cuda de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di encama çalakî û operasyonên navbera 22 û 25'ê Îlonê yên Pêngava Bagera Cizîrê de, sê hevrêyên me gihiştin şehadetê.

Di nava cangoriyan hevalê me ji pêkhateya Ereb, Rûbar Hesekê heye ku eslê xwe ji bajarê Dêra Zorê ye. Rûbar di sala 2016'an de tevî malbata xwe koçberî Hesekê dibe û ji bo rizgarkirina bajarê ku lê ji dayik bûye tevlî YPG'ê dibe. Di pêngavên rizgarkirina Reqayê de cihê xwe digire û herî dawî di şerê Bagera Cizîrê de li bakurê Dêra Zorê roja 25'ê Îlonê digihêje asta şehadetê.

Du hevrêyên me li Heleb û Kobanê di encama qezayên cuda de şehîd bûne. Nasnameya wan hevalan îro tê ragihandin.

Hevalê me Berxwedan Cîger ê ku ji 2012’an ve di nava Tevgera Ciwanan, Asayîşê û piştre di nava YPG de cihê xwe girt, 25'ê Îlonê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û gihişt şehadetê.

Em, di serî de ji malbatên şehîdan, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxî dixwazin û soz didin ku li ser şopa ked û rêya şehîdan bin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Armanc Cîlo

Nav û Paşnav: Armanc Cîlo

Navê Rast: Melîha Şêxan

Navê Dayikê: Semîra

Navê Bav: Nîhad

Cihê Ji Dayikbûyînê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: 18-09-2017 Heleb

————

Nûda Sîpan

Nav û Paşnav: Nûda Sîpan

Navê Rast: Rûxweş Wezîro

Navê Dayikê: Qedriye

Navê Bav: Kemal

Cihê Ji Dayikbûyînê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Kobanê, Şêxler

—————-

Rûbar Hesekê

Nav û Paşnav: Rûbar Hesekê

Navê Rast: Qazî Ebdûlah

Navê Dayikê: Rîma

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûyînê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêra Zorê

——————

Xebat Hesekê

Nav û Paşnav: Xebat Hesekê

Navê Rast: Xebat Cemîl Beşo

Navê Dayikê: Uweyda

Navê Bav: Cemîl

Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêra Zorê

————–

Zagros Hesekê

Nav û Paşnav: Zagros Hesekê

Navê Rast: Esed Mihemed Mihemed

Navê Dayikê: Semîre

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 22-09-2017 Rêya Şedadê

———–

Berxwedan Dicle

Nav û Paşnav: Berxwedan Dicle

Navê Rast: Ehmed Silêman

Navê Dayikê: Nerîman

Navê Bav: Bihcet

Cihê Ji Dayikbûyînê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Efrîn.

Nav û Paşnav: Dilovan Murad

Navê Rast: Necm Ehmed Elhaman

Navê Dayikê: Refe

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûyînê: Emarat Tehtanî

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017 Reqa"