YPG'ê nasnameya 2 şehîdên Reqayê eşkere kir

YPG'ê nasnameya 2 şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameya 2 şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi awayekî dijwar didome. Şervanên YPG û YPJ'ê ku bi xurtî tevlî pêngavê dibin, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin û serketinên mezin bidest dixin. Ji bo rizgarkirina gelê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ û ji bo tinekirina çeteyan ji Reqayê çi dibe bila bibe wê tekoşînekî bê hempa were meşandin.

Du hevrêyên me ku li ser heman esasî tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bibûn, di demên cuda de di şerê dijî DAIŞ'ê de bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û gelê me yê welatparêz re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Agirî Qamişlo

Nasnav: Agirî Qamişlo
Nav û Paşnav: Emar Ezo
Navê Dayikê: Menal
Navê Bav: Ismayîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 13 Tebax 2017

Dilbirîn Baz

Nasnav: Dilbirîn Baz
Nav û Paşnav:Elî Ebdo
Navê Dayikê: Emîra
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 23 Tebax 2017