YPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn eşkere kir.
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 2 şervanên xwe yên 20'ê Mijdara 2017'an û 5'ê Çileya 2018'an li bejahiya Dêra Zorê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn eşkere kir.
Di daxuyaniyê de şehîdên şoreşê hatin bîranîn, sersaxî ji malbatên her du şehîdan û gelê welatparêz hate xwestin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û paşnav: Basil Mizher
Navê dayikê: Zekiye
Navê bav: Feysel
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Dêra Zor/5’ê Çileya 2018
Nav û paşnav: Beşar El-Xedban
Navê dayikê: Şehnaz
Navê bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Dêra Zor/20’ê Mijdara 2017