YPG'ê li Efrînê lê da: 12 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ji 11 heta 15'ê Tîrmehê li Efrînê di çalakiyan de 12 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bîlançya çalakiyên xwe yên rojên dawî yên li Efrînê eşkere kir. Li gorî vê yekê, 9 leşkerên Tirk û 3 çeteyên OSO hatine kuştin. 3 ji leşkerên hatine kuştin payebilind in.

Di daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Ji 11 heta 15'ê Tîrmehê hêzên me li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete hin çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de herî kêm 9 leşker û 3 çete hatin kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

LI ŞERAYÊ YEK JÊ SITVAN Û 2 SERPEL BI GIŞTÎ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

11'ê Tîrmehê hêzên me li ser rêya li gundê Basilê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî wesayiteke leşkerî çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin ku yek jê sitvan e, 2 jî serpel.

ÇALAKIYA LI DIJÎ ÇETEYAN

Hêzên me roja 13'ê Tîrmehê li dijî wesayiteke leşkerî ya ku leşkerên Tirk û çeteyên koma Firqat Hemze tê de bûn çalakiyeke xurt kirin. Çalakî li derdora gundê Kîmarê pêk hat û di encame de leşkerek û 2 çete hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

14'ê Tîrmehê hêzên me li wesayiteke leşkerî ya koma çete ya bi navê al-Basrawî dan. Di çalakiyê de 4 çete bi giranî birîndar bûn.

15'e Tîrmehê hêzên me kemîn danîn ber wesayiteke çeteyan ku yek ji serçeteyên koma Feylaq El Şam Mûhammed Ebû Ahmed tê de bû. Çalakî li cihekî navbera navenda bajarê Efrînê û gundê Qitmê pêk hat. Di çalakiya sevkaniyê de serçete hate kuştin.

HEJMARA DAGIRKERÊN HATIN KUŞTIN

Bi çalakiyên dawî re hejmara leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ên li Efrînê hatin kuştin, bû 2.527 kes."