YPG’ê Fermandar Nîmet Amed bibîr anî

Fermnadariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya yek ji Fermandarê Pêngava Xezeba Firat a YPG’ê Nîmet Amed ê 25’ê Nîsana 2017’an di şereke li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqayê de şehîd bibû, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî yek ji Fermandarê Pêngava Xezeba Firat a YPG’ê Nîmet Amed ê li Reqayê di berxwedaneke li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibû bibîr anî.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî mijarê ev agahî parve kir:

“Li Kurdistanê hêzên ku dixwazin her cûre qirkirinê liser gelê me bidin meşandin li hember vê yekê berxwedana dîrokî tê meşandin. Şerê ku tên meşandin lêgerîna azadiyê ya gelan û li hember dagirkeriyê tê wayeta serî hildanê. Tekoşîna ku li Rojava tê meşandin li hember her cûre dagirkerî û li hember tinekirinê şerekî mezin tê pêşxistin. Ev şerê bi heybet li her parçeyê Kurdistanê de, di her qadê tekoşînê de bi tevlîbûna hezaran ciwanên Kurdistanê ku ruh û mejiyê xwe ve xwe fedayê gelê xwe kirine ve tê meşandin. Bi sedan hevalê me ku xwedî berpirsyartî û fikrê enternasyonel ji netewên cûda bi rihê seferbertiyê ve tevlî vê şerê berxwedanê bûne.

‘YEK JI FERMANDARÊ PÊNGAVA XEZEBA FIRATÊ BÛ’

Rêheval Nîmet Amed ku bi vê ruhê ve di pêvajoya seferbertiyê tevlî tekoşîna şoreşa Rojava bûye di pêngava rizgarkirina bajarê Reqa ku wek paytexta DAIŞ’ê bû, di 5’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ve bi pêngavek bi navê Xezeba Firatê hatibû destpêkirin wek fermandarê pêşeng a vê şerê rizgarkirinê de cihê xwe girt. DAIŞ a ku bi her awayî derveyê mirovahî êrîş dikirin li hember vê berxwedan û çalakiyên herî bi bandor jî yek ji wan fermandarê me, Fermandarê Sahayê rêheval Nîmet bû.  

‘DI HEMÛ ENIYÊN ŞER DE CIH GIRTIYE’

Rêheval Nîmet fermandarek me di meşa serkeftî a li Kobanê, Minbic û Reqa de li hember çeteyên DAIŞ’ê bi serkeftinên tije, dewlemendiya teqtîkê bi westatî pêş xistiye ye. Ji bo wê çeteyên DAIŞ’ê bi hemû êrîşên xwe ve encamek dixwest negirtiye. Yê ku vê encamê ava kiriye, bi fikir û çalakiyên xwe yên hevgirtî ve rêheval Nîmet bûye. Rêheval Nîmet li derdora Babê jî li hember şerê êrîşa artêşa Tirk a dagirker de jî cihê xwe bi awayek çalak girtiye. Rêheval Nîmet bi kesayetiyek şerker û fermandarî de di şeran de cihê xwe girtiye, di 25’ê Nisana 2017’an de şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de bi awayek qehremanî şer kiribû û gihiştibû şehadetê.

Nasnameya rêhevalê me ku gihiştiye şehadetê wiha ye;

Nasnav: Nîmet Amed

Nav û Paşnav: Adem Barut

Navê Dayikê: Elhe

Navê Bav: Nîmet

Cîh û Dîroka Şehadetê: Reqa / 25’ê Nisanê 2017’an

Rêhevalê me Nîmet Amed li malbatek ku di welatparêziya xwe de kurê mezin bûye, hestên xwe yên welatparêziyê bi feraseta şoreşgerî re sitêriye û gav avêtiye tekoşîna azadiyê. Rêheval Nîmet li derdora tekoşîna azadiyê de li her çar parçeyên Kurdistanê de bûye xwedî tekoşînek bê eman û bûye derfetek mezin a rizgarbûyîna gelê Kurdistanê ji zor û zehmetiyan. Ew di jiyana xwe yê şoreşgerî de li hember gelê xwe hestê welatparêziya kur bar kiriye û bûye xwedî şerekî bi rûmet.

Rêhevalê me Nîmet Amed, hunera şer ku pêwîste bi disiplîn û xwedî cidiyet be gihiştiye zanebûna wê, di xwe de û kesayetiya xwe de vaya daye jiyankirin, di hemû peywirên xwe yên girtî de vana pêk aniye. Hemû peywirên ku girtiye bi serkeftî bicih aniye û “Gotina nabe vegerandiye serkeftinê” bûye feraseta wê ya bingeh. Ew ji bo bûyina fermandarekî rast her tim pêşketin ji xwe re kiriye dert û ji bo wê hertim di nav hewldanê de bûye. Rêheval Nîmet ne tenê fermandar, qasê fermandar bûye şervan, qasê şervan jî bûye rêhevalê hemû hevalên xort û jin. Rêhevalê me Nîmet ku bi jiyanê xwe re ji hevalên xwe re bûye mînak, bûye xwedî seknek pêşengê nirxên manewî, kedkar, fedekar û mûtevazî.

Li hember dijminê ku dixwest gelê wî û rêhevalên wî ji holê rake hêrsa xwe vegerandiye wêrekiya bê tirs, xwe ji serkeftinê re kilît kiriye û ti car binketinê qebûl nekiriye; bivê re bûye xwedî kesayetiya milîtaniya bivê rengî. Rêheval Nîmet bi tevlîbûna xwe ya hemû pêngavan re bûye mîmarê destkeftiyên şoreşê û di dîroka berxwedanê de cîhê xwe girtiye. Herî dawî bi tevlîbûna Rizgarkirina bajarê Reqa a bi sekna xwe ya fedayî wekî bi dehan şehîdên me yên fedayî ve bajarê Reqa îro bûye bajarek rizgarkirî.

Di şoreşa Rojava de rêheval Nîmet û bi hezaran şehîdên me yên qehreman ku bûne xwedî seknekî fedayî, ji me re serkeftinê emir dike. Liser vê bingehê em di şexsê rêheval Nîmet de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî û minnetî bibîr tînin û soza girêdanbûna bîranînê wan didin.”