YPG’ê diyar kir ku endamê Hêzên Eşîretan Şihadê şehîd bûye
Fermandariya Giştî ya YPG’ê, pêngava Reqayê bi ruhekî fedayî dewam dike, di şerê qewimî de endamê Hêzên Eşîretan Yahya Mihemed Şihadê şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê, pêngava Reqayê bi ruhekî fedayî dewam dike, di şerê qewimî de endamê Hêzên Eşîretan Yahya Mihemed Şihadê şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku pêşveçûna şervanan a ber bi navenda Reqayê ve dewam dike û şervanekî bi navê Etîq şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ″Şervanên QSD′ê roj bi roj li bajarê Reqayê pêşve diçin, şer dijwar dibe û serkeftinên mezin têne bidestxistin. Terorîst û hêzên tarî derbeyên giran ji destê şervanan dixwin.
Hêzên me û yên hêzên koalisyona navneteweyî li nava taxên bajarê Reqayê şerekî dijwar didin meşandin, da bajêr ji çeteyan paqij bikin. Di şer de, şervanê Hêzên Eşîretan (a ku beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bûye), Yehya Mihemed Şihadê(Etîq) şehîd bû.
Şehîd Yehya kesayeteke fedekar, bi cesaret bû û ji hevalên xwe hez dikir.
Wek YPG′ê, em soz didin şehîd Yehya û hemû cangoriyên azadiyê ku em ê şopdarên rêya wan bin û bajarê Reqayê ji terorê rizgar bikin. Em soz didin ku wê welatê me ji zilm û desthilatdariyê azada bibe.″