YPG’ê bîlançoya meha Cotmehê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya YPG’ê encamên şer, çalakî û operasyonên ku di meha Cotmehê de lidar xistî bi daxuyaniyekê eşkere kir.

YPG’ê ragihand ku di meha Cotmehê de li Efrînê 19 çalakî kirine, di van çalakiyan de 3 jê leşkerên Tirk bi giştî 42 hêzên dagirker hatine kuştin, 8 wesayîtên jî hatine rûxandin. Di operasyonên YAT’ê de jî 3 jê biyanî 90 çete hatin girtin.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku îro pêşengayetiya şerê berxwedanê li Rojhilata Navîn dike, li ser xaka Bakurê Sûriyê li hember pêkhateyên terorî û dagirker bi serkeftinên girîng û dîrokî pêş dikeve. Berxwedêriya bêhempa ya hêzên me YPG û YPJ bûye rista diyarker a vî şerî. Hêzên me bi çalakiyên xwe yên bi bandor derbên giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê didin. Dagirkeran hêzên ewlehiya sînor yên Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Qamişlo û hemwelatiyên li heman deveran dikin hedef û bi her awayî îxlalan pêk tîne. Li hember hemû van êrîşan weke hêzên parastina gelê xwe, bersivên pêwîst hatine dayîn.

Têkoşîna me ya li hember terora DAÎŞ’ê her wiha berdewam e. 

Li hember şaneyên veşartî yên DAÎŞ û MÎT’ê yên ku li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê xebatan dimeşînin ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror (YAT) û Tîmên Operasyona Leşkerî ve operasyon hatin lidar xistin. Operasyon bi serkeftî hatin meşandin, pêşî li gelek êrîşên terorî hatin girtin.

BÎLANÇOYA MEHA COTMEHÊ

Encamên gelemperî yên têkoşîna me ya li dijî dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê û çeteyên DAÎŞ’ê ya di meha Cotmehê de wiha ye;

*Di dirêjahiya meha Cotmehê de hêzên me li dijî dagirkeriya Tirk yekîneyên me li Efrînê 19 çalakî pêk anîne. Di encama çalakiyên sekvanî, kemîn, sabotaj û serdegirtin de;

- 3 jê leşker, bi giştî 42 endamên dagirkeriya Tirk hatin kuştin

- 10 endamên çete brîndar bûn

- 8 seyare hatin rûxandin

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK

* Artêşa Tirk a dagirker her ku diçe destdirêjî û binpêkirinên xwe yên li ser sînor zêdetir dike. Nexasim ji 28’ê Cotmehê û vir de herêma Kobanê û Girê Spî bi çekên giran û topan bi awayekî giran hatin hedefkirin. Her wiha li herêma Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Qamişlo rasterast sîvîl bûn armanca êrîşan. Li Kobanê balafirek bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker hate desteserkirin.

2 ŞERVANÊN ERKA XWEPARSTINÊ Û KEÇEKE 6 SALÎ ŞEHÎD BÛ

Di encama êrîşan 2 şervanên Erka Xweparastinê û keçikek 6 salî ya bi navê Sara Mistefa şehîd ketin, şervanek Erka Xweparastinê û 4 hemwelatî brîndar bûn. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan van êrîşan.

OPERASAYONÊN YAT’Ê

* Encamên operasyonên ku ji alî Yekîneyên Antî-Teror û Tîmên Operasyonên Leşkerî ve li dijî DAIŞ û şaneyên veşartî hatin lidarxistin jî wiha ne;

- Yekîneyên me li dijî DAIŞ’ê li herêma Cizîrê di dirêjahiya meha Cotmehê de 5 operasyonên serkeftî lidar xistin

- Tîmên Operasyonên Leşkerî 34 operasyon lidar xistin

- Di operasyonan de 3 jê biyanî, bi giştî 90 endamên DAIŞ’ê hatin girtin

- Di encama operasyonan de 3 jê bi MÎT ve têkildar, bi giştî 13 hewldanên êrîşan vala hatin derxistin.

- Di encama operasyonan de berpirsiyarê koma çete ya bi navê El Hemze û çeteyek DAÎŞ’ê hatin kuştin.

- Di encama operasyonan de yekîneyên me 20 kalaşnîkof, 1 tabanca, 1 dûrbîn, çend şarjor û mîqdarek cebilxane bidest xistin.

6 ŞERVAN ŞEHÎD BÛNE

*Di nav meha Cotmehê de 4 rêhevalên me di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de, hevalek me di encama nexweşiya dil de û hevalek me jî di encama qezayek de şehîd ketin.