YPG’ê bîlançoya çalakiyên meha Nîsan û Gulanê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Nîsan û Gulanê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê 12 çalakî û 71 operasyon hatine kirin. Di van operasyon û çalakiyan de 10 çete hatine kuştin û 377 çete jî hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên hêzên xwe yên li dijî çeteyan a meha Nîsan û Gulanê eşkere kir.

YPG’ê ev agahî parve kir:

“Hêzên me di mehên Nîsan û Gulanê de operasyonên xwe yên ewlehî yên di serî de li dijî DAÎŞ, li hember hejmarek pêkhateyên ku di nav de şaneyên veşartî yên MÎTê jî hene û ku navgîna aştî û aramiya li Rojavayê Kurdistan û herêmên Bakûrê Sûriyê dikin hedef lidar xistin. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Antî-Teror û Tîmên Operasyonê yên Taybet li dijî van pêkhateyên navborî gelek operasyon lidar xistin. Hûrgiliyên di derheqê van operasyonan de wiha ne;

Çeteyên ku hatin kuştin: 10

Hejmara Çalakiyan: 12

Hejmara Operasyonan: 71

Çeteyên ku hatin desteserkirin: 377

Cebilxaneya ku hate desteserkirin: 5 çekên cûr bi cûr, 105 mayîn, 1 motorsîkleta bombebarkirî, 1 seyareya bombebarkirî, 1 tabanca, telefon, hîn dokumanên rêxistinî û 10 mayinên aîdî rejîma Sûrî û MÎTa Tirk.

OPERAYONÊN YAT Û TÎMÊN OPERASYONA TAYBET A LI DIJÎ MÎT’Ê

Encamêm operasyon û çalakiyên ku ji alî YAT û Tîmên Operayonên Taybet li hember MÎT û komên di bin venêrîna wê de hatine lidar xistin wiha ne;

Çalakiyên li dijî MÎT’ê: 4 çalakî li hember MÎT’ê û çeteyên Mertala Feradê yên di bin venêrîna wê de hatin lidar xistin. Di encama çalakiyan de 2 endamên MÎT’ê û 8 çeteyên Mertala Feradê hatin kuştin, 2 endamên MÎTê û 8 çeteyên Mertala Feradê hatin birîndarkirin.

Hewldanên êrîşên MÎT’ê yên ku hatin astengkirin: 6 hewldanên êrîşê yên MÎT’ê û komên girêdayî wê ku di nav de êrîşên bombeyî û yên sûîkast jî hebûn ji alî hêzên me ve hatin astengkirin.

Di nav du mehan de hevalek me şehîd ket.