YPG'ê bîlançoya 5 rojan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê agahî da.

Di daxuyaniya YPG'ê de bîlançoya 5 rojên dawî hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin û şervanên YPG'ê jî li Efrînê bi çalakiyekê bersiv dane êrîşên çeteyan. Hat ragihandin, liv û tevgera balafirên keşfê yên li ezmanê Kobanê jî zêde bûye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Di 10.06.2017 saet 14:30 de, çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanê êrîşî gundê Kerame kir. Her wiha saet 19:30'an de balafirên keşfê yên bê mirov li milê gundê Qestelê yê navçeya Şera ya Efrînê geriyan û di heman demê de çeteyan bi doçka û roketên B7 êrişî gundê Qestelê kirin. Di heman rojê de balafirên artêşa Tirk ên şer û balafirên bê mirov ên keşfê li ser bajarê Kobanê geriyan.

Di 11.06.2017 saet 11:00 de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanan êrîşî gundê Hemrat Belasîm kirin.

Di 12.06.2017 saet 23:30 de hêzên me li dijî êrîşên çeteyên artêşa Tirk ên li ser Efrînê çalakiyek bersivdayînê lidar xistin. Şervanên me 2 girên li milê Kela Semanê yên Basûfanê ku girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ne kirin hedef û ji du baskan ve çalakiyekî bi bandor lidar xistin. Baskê yekemîn çû ser termê 18 çeteyan û di encam de çekek A4, yek BKC û tevî 20 hezar guleyên wê, 9 kalaşnîkof û rextekî wî hatin desteserkirin. Her wiha li vir 5 wesayît û 3 motorsiklêtên çeteyan hatin şewitandin. Baskê duyemîn jî çû ser termê 10 çeteyan û yek BKC, 5 roketê B7 û 6 kalaşnîkof, 2 birno, 1 dûrbûnê li ser çek û 2 cîhazê bêtêl hatin desteserkirin. Dîsa di heman demê de 2 wesayîtên ku dihatin piştgiriya çeteyan hatin rûxandin. Di encama vê çalakiyê de hêzên me çûn ser termê 28 çeteyan, 18 çek hatin desteserkirin, 5 wesayîtên çeteyan hatin şewitandin û 2 wesayîtên çeteyan jî hatin rûxandin. Li vê derê jî kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Piştî çalakiyê çeteyan xeta eniya şer bi çekên giran bombebaran kirin. Di vê çalakiyê de şervanekî me bi lehengî şer kir û gihişt şehadetê.

Her wiha li Girê Şehît Şîlan ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê hêzên me bi armanca bersivdayîna êrîşên çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin çalakiyeke suîkastê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Dîsa li ser xeta sînorê Kobanê balafirên keşfê yên bê mirov yên artêşa Tirk geriyan.

Di 13.06.2017 saet 10:30 de çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanan êrîşî gundê Basufanê û Bircikê Silêman ê li başûrrojhilatê Basufanê kirin.

Di 14.06.2017 de çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî Efrînê kirin. Her wiha çeteyan bi topên hawanê êrişî eniya Basûfanê û Bircikê Silêmanê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrawa kirin. Di heman rojê de balafirên artêşa Tirk yên bê mirov li ser Kobanê geriyan.

Di 15.06.2017 de çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî eniya Basûfanê û Bircikê Silêmanê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrawa û di heman demê de li Girê Baz û Girê Barîn yên navçeya Efrîn Cindirêsê xistin. Hêzên me bi çalakiyeke suîkastê bersiv dan êrîşa çeteyan û di encam de çeteyek hat kuştin. Li Maranazê ya navçeya Efrîn Şera jî çeteyan bi doçka gule reşandin ser hêzên me. Li xeta Şêrawa û Cindirêsê jî çete sewqiyata çekên giran yên weke tank û obûsan dikin. Dîsa çeteyan di eniya Şera, li Eleqînê û derdorê wê sewqiyata çekên giran kirin. Her wiha li Kobanê li ser xeta sînor  balafirên keşfê yên artêşa Tirk geriyan.

Şervanên me ku di çalakiya bersivdayîna li hember çeteyên Tirkan de şehîd bûye nasnameyê wî wiha ye:

Aram Amanos

Nasnav: Aram Amanos

Nav paşnav: Ebdulah Hesen

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Kazim

Cihê  jidayikbûnê: Efrîn, Birc Heyder

Dem û cihê şehadetê: 13'ê Hezîrana 2017