YPG'ê 3 şervanên xwe yên şehîd bûne bibîr anî

YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di dîroka 4-8’ê Mijdarê de li Dêra Zor û Amûdê di encama qezaya tirafîkê de şehîd bibûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çepameniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê şervanên xwe yên YPG/YPJ’ê yên li Dêra Zor û Amûdê di encama qezaya tirafîkê de şehîd bibûn bibîr anî.

YPG’ê ragihand ku di navbera dîrokên 4- 8’ê Mijdarê de 3 şervanên wan li Dêre Zor û Amûdê di encama qezayên trafîkê de şehîd ketin.

YPG’ê têkildarî şervanan ev agahî da:

“Di şerê bi dawîkirina terorê ya ku li hember xaka dawî ya di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê ya li herêma Hecîn ya ser bi Dêra Zorê ve tê meşandin de hêzên me YPG û YPJ cihekî aktîf digirin. Di vê navgîna şer ya dibe cihê şerê giran de, roja 4’ê Mijdarê di encama qezayeke trafîkê de rêvehalên me Ronya Nisêbîn şehîd ket. Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: Ronya Nisêbîn

Nav û Paşnav: Sûltan Bulca

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Muhîttîn

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê : Dêra Zor / 4’ê Mijdarê 2018

8’ê Mijdarê jî di encama qezayeke trafîkê ya ku li bajarê Amûdê qewimî de 2 hevalên me şehîd ketin. Nasnameyên her du hevalên me yên ku şehîd ketin wiha ne;

Nav û Paşnav: Elî Besrawî

Navê Dayikê: Şeha

Navê Bav: Îzedîn

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amudê / 8’ê Mijdarê 2018

 ***

Nasnav: Zagros Hesekê

Nav û Paşnav: Fîraz Mihemed

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Xalid

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amudê / 8’ê Mijdarê 2018

Em rêhevalên xwe yên ku bi hemû hêza xwe bi têkoşînê ve hatin girêdan û ji bo azadiya gelê xwe bûn xwedî sekna herî fedakar, bi rêzdarî û minet bibîr tînin.”