Rojnamevan Hamo Moskofîan ku kurê malbateke ji Qirkirina Ermenan a 1915'an rizgar bûye û li Beyrûdê ji dayik bû, yek ji şahidên dîrokê ye. Di dema şerê navxweyî yê Lubnanê de tevlî nava Rêxistina Rizgariya Filistînê bû û li kampên wê rêxistinê, PKK'î nas kir. Sala 1982'an li dijî dagirkeriya Îsraîlê ya li Beyrûdê, berxwedana milîtanên PKK'ê dît. Moskofîan ku niha rojnamevaniya dîplomasiyê dike, piştî Komploya Navneteweyî, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêhtir nas kir.
Moskofîan ku îro dostekî Kurdan e, diyar dike ku eger fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şopandin cîhaneke nû dikare bê afirandin û got, "Ji bo paşeroja gelên Kurd û Ermen divê li dijî faşîzma dewleta Tirk û Erdogan têkoşîneke hevpar bê meşandin."
'EM Ê BI SER BIKEVIN'
Moskofîan diyar kir ku fikrên azadîparêz ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dewletên kolonyalîst û emperyalîst metirsiyeke mezin e û ragihand ku komploya navneteweyî ji ber vê yekê hate kirin.
Moskofîan diyar kir ku ji hêzên komploger hebû ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê karibin PKK'ê biqedînin û got, "Ji ber vê yekê dewletên emperyalîst piştgiriya dewleta Tirk a faşîst, nijadperest, olperest kir û li dijî Ocalan ev komplo pêk anîn. Ji wan hebû ku wê karibin PKK'ê biqedînin, lê belê bi ser neketin. Îro bi hezaran, bi deh hezaran şagirtên Ocalan hene, bi milyonan Kurd li dora fikrên wî têdikoşin, şer dikin. Jinên ku fikrên Rêber Apo dipejirînin ji bo azadiya xwe şer dikin. Gelê Kurd bû leheng, jinên Kurd bûn leheng. Ev yek bandorê li gelan hemûyan dike."
Moskofîan ragihand ku eger fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bên anîn wê cîhaneke nû pêk were û got, "Ji ber ku fikrên Ocalan gelekî hêja ne û dûrî nijadperestiyê ne. Bicihhatina fikrên Ocalan wê li Tirkiye û welatên Ereb dawî li netewedewlet ên nijadperest bê. Gel wê van dewletan bi vî rengî qebûl nekin. Şerê li Sûriye, Tirkiye, Iraqê wê bi dawî bibe. Dema ku ev şer bi dawî bû, yên ku li ser xwîna gelan bazirganiya çekan dikin wê çi bikin? Ji ber vê yekê emperyalîst naxwazin Rêber Apo azad bibe. Tirkiye ji ber vê yekê tecrîdê giran dike. Hewl didin ku nehêlin dengê Rêber Apo bigiheje gelan. Lê belê Êzidiyan, Ereban, Ermenan gelekî hez ji têkoşîna azadiyê û Rêber Apo kirin. Di çarçoveya vê xetê de dijîn. Min bi xwe jî ji vê rêyê û Ocalan hez kir. Li Tirkiye, Sûriye, Iraq, Lubnan, Belçîka bi ku ve çûm min ev hezkirin û têkoşîn dît. Di vê rêyê de em ê bi ser bikevin."
'HÊZÊN KOMPLOGER LI PIŞT ERDOGAN IN'
Moskofîan diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Sûriye, Iraq, Lîbya, welatên Kafkasyayê hemûya şer derxistiye û di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê ji aliyê Erdogan ve hatiye derxistin. Moskofîan got, "Erdogan dikare vî şerî bide destpêkirin. Ji ber ku yên ku Ocalan dîl girtin, yên ku li ser xwîna gelan bazirganiya çekan dikin li pişt wî ne." Moskofîan anî ziman ku welatên cuda ji bo berjewendiyên xwe tevî nakokiyan jî têkiliyê bi Erdogan re datînin.
'ÇARENÛSA GELÊN ERMEN Û KURD HEVPAR E'
Hamo Moskofîan anî ziman ku di serdema heyî de çarenûsa gelên kurd û Ermen hevpar e û herî dawî got, "Tirkiye dewleteke qirker e. Ermen qir kir. Îro jî Kurdan qir dike. Osmanî û Tirkiye êşên giran bi Kurdan û Ermenan dan kişandin. Îro jî didin kişandin. Dixwazin qirkirina Ermenan ji nû ve bikin. Li her devera cîhanê KUrd û Ermen hay ji vê hene.
Ji ber ku paşeroja gelên Kurd û Ermen yek e, divê li dijî Erdogan û faşîzma dewleta Tirk bi hev re têbikoşin. Divê nêrînên Ocalan bixwînin û baş fêhm bikin. Rizgariya gelan û paşeroja wan di vê nêrînê de ye. Divê her kes faşîzma dewleta Tirk li cîhanê teşhîr bike û qala nêrînên Ocalan bike. Ev sîstem bi vî rengî nameşe. Dinya ber bi şoreşeke mezin ve diçe. Gel nikarin demeke dirêj bêdeng bimînin. Ez ji rizgariya gelên cîhanê bawer dikim."