Yek ji çeteyên DAÎŞ’ê ku êrîşî bendeke kontrolê kirin, hate kuştin

Yek ji çeteyan şaneya DAÎŞ’ê ya ku êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribû, di encama bersivdana hêzan de, hate kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke DAÎŞ'ê êrîşî bendeke kontrolê ya li başûrê kantona Cizîrê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin sibeha duşemê (20'ê Çile) şaneyeke terorîst ku ji 5 kesan pêk tê bi guleyan êrîşî bendeke kontrolê ya li ser rêya di navbera bajarên Hesekê û Şedadê de kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama bersivandina hêzan a dijî êrîşê de çeteyekî bi navê Raêd Fewaz El Elî birîndar bûye, hate girtin û li nexweşxaneyê dihate dermankirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyê birîndar miriye.