Xwendekarên Efrînî ENKS şermezar kirin

Komîteya Perwerdeya Demokratîk a Efrînê li dijî daxwaza ENKS'ê ku dixwaze dest ji sîstema perwerdeya bi Kurdî bê berdan, çalakî li dar xist.

Bi sedan xwendekarên li Kampa Berxwedan dimînin û endamên Tevgera Perwerdeya Civaka Demokratîk ên kantonên Efrîn û Şehbayê li kom bûn û pankartên "Zimanê ku pêşiyên me parastiye, em ê jî biparêzin", "Heke hûn Kurd in, hûn çima hewl didin zimanê kurdî tune bikin?", "Yekitî bi ziman û çandê ye" û "Heger hûn Kurdistanî ne, wê demê zimanê we çi ye?" rakirin.

Endama Tevgera Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Şîlan Ala li ser navê xwepêşandêran daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ji bo parastina zimanê dayikê berdêlên giranbuha dan û niha bi hezaran xwendekar bi zimanê Kurdî dixwînin ku ev yek mafekî rewa ye û qanûnên navneteweyî binpê nake.

Di dawiya daxuyaniyê de mamoste û xwendekarên herêma Efrînê daxwazên ENKS'ê bi tundî şermezar kirin.

Xwepêşandan bi sloganên "Bijî zimanê kurdî" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.