Xwedîderketina mîrateya Çapemeniya Azad bi şopandina rêya Seyîd pêkan e

Xwedîderketina bîr û mîrateya 30 salan a Çapemeniya Azad a hevrê Seyîd Evran bi meşa li ser rêya heqîqetê ya ku wî meşandiye pêkan e. Ji bo ku heqîqet di tariyê de nemîne, li ser rêya hevrê Seyîd divê em tu zehmetî û astengiyên nas nekin.

Şehîdê Çapemeniya Azad Seyîd Evran parêzvanê heqîqetê, şervanê şoreşê û azadiyê bû. Hevrê Seyîd ku kevneşopiya berxwedanê ya Mazlûm Dogan, Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Kasim Engîn û bi dehan rêwiyên heqîqetê zindî hişt, bi hest û berpirsyariyeke mezin erkên xwe pêk anî. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê jî tu carî nikarîbû wî ji peywirê dûr bixin. Ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî herêmê 30 sal têkoşînek bêhempa da meşandin û ji bo vê jî canê xwe feda kir. Zanîn, ezmûn û mîrata xwe ya şoreşgerî li hemû qadên Kurdistanê belav kir û nifşên ku vê meşaleyê hilgirin têgihan. Hevrê Seyîd Evran tu carî têkçûn qebûl nekir, bi hişmendiya siberoja azad, bi pêşdîtin, cesaret, hezkirin, dilovanî û îradeya xwe têkoşîna bi dehan lêgerên heqîqetê di kesayeta xwe de bi cih kir û veguherî çavkaniya hêvî û baweriyê.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re hevrê Seyîd bi lez cihê xwe di rêza pêş de girt. Wî bawer dikir ku ronîkirina tariyê yek ji erkên wî yên dîrokî ye. Ji bo vê jî bi enerjiya ku tenê serkeftinê nas dike, beşdarî xebatên afirandina kadroyên ku dikarin kêliyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi belge bikin û biweşînin, bû. Berxwedana Rojava ji Dêrikê heta Efrînê heta Helebê bi hemû cîhanê re parve kir. Hêvî, hesret û hêviyên gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re ragihand. Bêyî astengî û dudilî têkoşînek layiqî mîrasa xwe ya berxwedanê meşand. Serpêhatî û dîroka têkoşîna xwe ya 30 salan parve dikir, wek bilbilekî evîndarê azadiyê li ser rêya heqîqetê dişewitî. Seyîd Evran ji bo dijminên Kurdan bû xetere û kabûsek mezin, ji bo gelên bindest jî bû mizgînî û hêvî.

ALA SERKEFTINÊ WÊ HER TIM LI LÛTKEYÊ BE

Bû dengê berxwedana zindana Amedê, Qestel Cindo, Serê Kaniyê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Ew lûtkeya Hawar û Lêlûnê, hêrsa Firat û Dîcleyê, kevneşopiya Tilê Endarê û Til Xelefê, gerîlayê bedew a çiyayên Kurdistanê, hest, enerjî û jêhatiya mezin a fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Di kesayeta hevrê Seyîd Evran de pêwîstî û daxwaza azadiyê ya gel dihat dîtin. Ji aliyekî ve rastiya şoreşê vedigot, li aliyê din jî nifşên ku barê vê rastiyê hilgirin û ala wê bilind bikin mezin dikir. Ji ber vê yekê bû yek ji damezrînerên Çapemeniya Azad a Rojava û di avakirin û rêxistinkirina şoreşê de roleke bingehîn û pêşeng lîst.

Bi dehan şagirtên wî mîrateya ku yek ji pêşengên Çapemeniya Azad heval Seyîd hiştiye, wê ala têkoşînê ya ku wî daliqandiye biparêzin. Xwedîderketina bîr û mîrateya 30 salan a Çapemeniya Azad a hevrê Seyîd Evran bi meşa li ser rêya heqîqetê ya ku wî meşandiye pêkan e. Ji bo ku heqîqet di tariyê de nemîne, li ser rêya hevrê Seyîd divê em tu zehmetî û astengiyên nas nekin. Pênûsa hevrê Seyîd Evran, serpêhatiya wî, mîrateya giranbuha ku li pey xwe hiştiye, ala serkeftinê ya ku ji bapîrê xwe wergirtiye û bi PKK'ê re bi hev re hildaye, wê her tim li lûtkeyê li ba bibe.