Xezeba Zeyûtûnê: Çeteyek hate kuştin

Şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Zeytûnê li navçeya Extrîn a herêma Ezaz a dikeve bakurê Helebê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeteyekî yê koma Sûltan Mûrat hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê, li gundê Ziyadiye yê girêdayî navçeya Extrin a Ezazê çalakiyek hatiye kirin, di vê çalakiyê de çeteyekî yê koma Sûltan Mûrat hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Yekîneyên me yên Odeya Çalakiya ya Xezeba Zeytûnê di 8`ê Tebaxê 2018`an de li gundê Ziyadieye yê herêma Extrîn a Ezazê ji bo bersivdayîna kiryarên çeteyan li ser şêniyên Efrînê û talankirina mal û milkên wan, çalakiyek pêk anî. Yekîneyên me tevgera yek ji çeteyên Sûltan Mûrad şopand û ceza kirin.

 Em wek Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê soz didin ku çete li kû derê bin em ê tolê rakin. Efrîn sebir bike, serkeftin nêz e.”