Xelkê Tirbespiyê şehîd Samir El Elî spart axê

Xelkê Tirbespiyê şehîd Samir El Elî bi merasîmekê spart axê.

Bi sedan kes tevlî merasîma cenazeyê şehîdê hêzên Erka Xweparastinê Samir El Elî, bûn.

Li goristanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ehmed El-Ebawî axivî û diyar kir ku ji bo ku planên dagirkeriya Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser têk bibin, ew bi her awayî amade ne.

Bi navê Hêzên Erka Xweparastinê fermandar Ebdulhemîd El-Sayir destnîşan kir Hêzên Xweparastinê yên ku ji zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk hatine, ji bo parastina axa Sûriye û bersivdayîna êrişan, ava bûye.

Bi navê malbata şehîd Samir apê wî Omer El-Elî jî da zanîn ku ji bo ku destketiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, dikarin hemû tiştên giranbuha feda bikin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Di dawiya merasîmê de hevreyên wî cenazeyê şehîd Samir El-Elî spart axê.