Xelkê Tebqayê cenazeyê Şehîd Îbrahîm El Ehmed spartin axê
Xelkê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm El Elmed spartin axê.
Xelkê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm El Elmed spartin axê.
Xelkê Tebqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, şêx û rûspiyên herêmê di merasîma veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Îbrahîm El Ehmed de amade bûn.
Di merasîmê de Heveroka Meclîsa Qanûnsaz a Tebqayê Hude Ewan li ser Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa û gundewarên wê axivî û diyar kir ku ew bi şehîdan pir serbilind in û wê di bîra gel, welat û malbatê de nemir bimînin.
Hude Ewan wiha got: "Şehîd ew find in ku xwe dişewitînin da ku yên din bijîn. Ew leheng in ku canê xwe kir pira ber bi azadiyê ve."
Hude Ewan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şehadeta wan serbilindî û taca serê me ye û em soz didin wan ku parastina destkeftiyên şehîdan bikin."
Di dawiya merasîman de endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ayat Hîbal nasnameyên her du şehîdan Îbrahîm Elî El Ehmed û Musena Ebdulkerîm xwendin û radestî malbatên wan kirin.