Xelkê Qamişloyê serdana şîna 4 şehîdan kir

Xelkê Qamişloyê serdana şîna 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, kir.

Ji bo 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yûnis El Mihemed, Selahedîn Hisên, Beşar Elî û Mihemed El Cilûd ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Til Hebeş ê Amûdê de şehîd bibûn, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Merasîm li Stada Cino ya navçeyê pêk hat û bi dehan şêniyên navçeyê û gundên wê û endamên saziyan beşdarê bûn.

Malbatên her 4 şehîdan beşdarên merasîmê bi tilîliyan pêşwazî kirin û wêneyên şehîdên xwe hildan.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî di merasîmê de axivî û di kesayeta her 4 şehîdan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn. Elî got: “Şehîdên me navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsandin.”

Zîwer Elî diyar kir ku ciwanên herêmê yên di oxira parastina axa xwe de gihîştine asta şehadetê, barê gelê xwe rakirin û qelenê giran dan. Elî wiha domand: “Ji bo avakirina welatekî azad, em şehîdên xwe mînak dibînin. Malbatên şehîdan erkên zarokên xwe dewr girtin.”

Endama Kongra Star Mîra Zoro jî destnîşan kir ku lehengiya şehîdan ji cîhanê re bûye mînak û got: “Bi sedan salan e êrîşî destkeftiyên me dikin, dixwazin em gavê paşde bavêjin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya navçeya Amûdê Berxwedan Bîco jî bal kişand ser siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker dijî gelan dimeşîne û ev tişt anîn ziman: “Ew li ser komkujiyan mezin bûye, niha jî bi balafirên xwe êrîş dike, em jî bi îradeya xwe li ber xwe didin. Em serê xwe natewînin, ji ber ku em li ser fikra Rêbertî mezin bûne.”

Hevserokê Meclisa Gel a Navçeya Amûdê Selman Şêxê jî dewleta Tirk a dagirker wekî `dewleta terorîst` bi nav kir û got: “Bi êrîşan dixwaze gel bide koçberkirin, piştre herêmên me dagir bike û demografiya wê biguherîne. Sîstema Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan digire nava xwe, ev jî ne li gorî daxwazên hêzên dagirkerên Kurdistanê ye.”

Merasîma sersaxiyê piştî axaftinan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.