Xelkê Qamişloyê li dijî dewleta Tirk û PDK'ê meşiya

Li Qamişloyê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re meşiyan.

Ji bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Berava û Koçeratê yên kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê, bi sedan kes daketin qadan û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê meşiyan.

Malbatên gerîlayan ên ku bi bombardûmana kîmyewî ya dewleta Tirk şehîd bûn, tevlî meşê bûn. Girseya gel li ber xeraja Dêrikê li hev civiya û heta Navenda Ciwanan a li kolana Kornişê meşiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Na ji birakujiyê re", "Dem dema yekîtiya neteweyî ye" û "Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê" hildan.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ

Endama Rêveberiya Kongreya Star Wesfiye Mûrad li qada çalakiyê axivî û piştgiriya PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk şermezar kir. Wesfiye Mûrad got, "Armanca dewleta Tirk a dagirker ne tenê dijî gerîla ye, di heman demê de dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye." Wesfiye Mûrad diyar kir ku dewleta Tirk bi hêza ji bêdengiya saziyên navneteweyî werdigire êrişên xwe dewam dike û ji bo yekîtiya neteweyî bang kir.