Xelkê Kobanê dewriyea Tirk-Rûs dan ber keviran

Di çarçoveya mutabeqata di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsya, hêzên Tirk-Rûsya li rojhilatê Kobanê dest bi dewriyeyê kirin. Welatiyên Kobanê karwanê dewriyeyê dan ber kevirina.

Di çarçoveya mûtebeqata 22’ê Cotmehê ku di navbera Tirkiye-Rûsya de hatibû îmzekirin, li rojavayê Kobanê dest bi dewriyeyê kirin.

Konvoya Rûs a ji 7 wesayîtên Rûsî pêk dihat, ber bi gundê Marîs Meylê yê 7 km dikeve rojavayê bajar ve ketin rê. Tirk jî bi 7 wesayîtan li nav dewriyeyê ket. Balafireke keşfê ya bê mirov a Rûsyay jî li esmanan li gel dewriyeyê firiya.

Dewriyeya hevpar a Tirk-Rûs piştre ber bi rojhilat ve kete rê, ber bi gundê Qeremox a 16 kêlometre dikeve rojhilatê Kobanê ve pêş ve çû.

Dewriyeya hevpar a Tirk jî li nav bû, ji aliyê welatiyên gundê Qeremoxê ve bi kevir û pêlavan nerazîbûn hate nîşandan.

Konvoy li gelek cihan ji aliyê gel ve hate protestokirin. Li ser rê gundiyan nivîsa ‘Erdogan sûcdar e’ hatibû nivîsîn bal kişand.

Konvoy ji gundê Qeremo hatea navenda bajar dan ber kevir û amûrên cuda cuda.Dema dewriye ji gund borî welatiyan sembola serketinê tiliyên xwe bilind kiri û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.