Xelkê Kobanê bi meşekê xwedî li berxwedana gerîla derketin
Welatiyên li navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kantona Kobanê daketin qadan, berxwedana gerîla silav kirin.
Welatiyên li navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kantona Kobanê daketin qadan, berxwedana gerîla silav kirin.
Bi sedan şêniyên navçeya Çelebiyê ya Kobanê û gundên wê û karmendên saziyên sivîl ên navçeyê tevlî meşa piştevaniya bi gerîla re bûn. Meşê ji ketina başûrê navçeyê destpê kir û ber bi gundê Xirab Işikê ve dewam kir.
di meşê de berxwedana gerîlayan silav kir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Meş li qada giştî ya gundê Xirab Işikê veguherî mîtîngê. Hevseroka navçeyê Xedîce Faris axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku dagirker dev ji êrîşkirina li dijî gelên aştîxwaz bernade.
Xedîce Faris destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji êrîş û topbaranên rojane, qutkirina ava Firat li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku gel birçî bike. Her wiha Xedîce bêdengiya navneteweyî ya di derbarê van êrişan de şermezar kir.
Xedîce di dawiya axaftina xwe de berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana QSD'ê li hember dagirkeriya Tirk silav kir.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla, bi dawî bû.