Xelkê Hesekê: Ji derveyî QSD’ê em ti hêzek din qebûl nakin

Bi sedan kesên ji bo Roja Rojava a Cîhanê daketin qadan, peyama ‘Em ji derveyî QSD’ê ti hêzek din qebûl nakin’ dan.

Bi sedan kesên ji bo Roja Rojava ya Cîhanê li taxa Miftî ya Hesekê kom bûn, bi dirûşmên ‘QSD vîna me ye’, ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ û ‘Rojava Biparêzin’ dest bi meşê kirin.

Di meşê de li rex gel, endamên MSD’ê, endamên Kongra Star, rûspiyên Ereb û saziyên civaka sivîl jî amade bûn.

Hevseroka PYD’ê ya Hesekê Eyşe Huso a di çalakiyê de axivî got: “Ev ax axa me ye. Ji bo parastina vê axê me bi hezarna şehîd da. Em êrîşên dagirker ên Tirk qebûl nakin. Hemû gelên herêmê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. QSD vîna em ye û ji derveyî QSD’ê em ti hêzekî din qebûl nakin.”

Meş bi dirûşmên berxwedan û yekîtiyê bi dawî bû.