Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Xelkê Herêma Cizîrê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê li qadan bûn

Bi deh hezaran şêniyên Kantona Qamişlo bi bo Roja Rojava ya Cîhanê daketin û peyama ‘Her der Rojava, her der berxwedan e’ dan.

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, herêma Dêrikê, navçeya Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs di roja Piştgiriya Berxwedana Rojava û piştgiriya QSD`ê daketin qadan.

QAMIŞLO

Pêkhateyên Qamişlo, Kurd, Ereb, Suryan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, oldar, hunermend, rûspiyên eşîran, şervanên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo, endamên hêzên Ewlekariya Hundrîn (Hêzên Hewarî û Tirafîk) tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên qurbaniyên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhiladtê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, wêneyên şehîdên YPJ/YPG`ê ku di encama bersivdayîna êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û artêşa Tirk a dagirker şehîd bûne her wiha ala QSD`ê hatin hildan.

Her wiha pankartên bi nivîsa "QSD`ê nûnertiya me dike", "2`ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanî", "Her der Rojava ya û li her derê berxwedan e" û "Em hemû QSD`ê ne" hatin hildan.

Meş ji navenda bajêr dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û berxwedana şervanên QSD`ê hatin berzkirin. Meş li ber navenda NY ya Qamişlo veguherî mîtîngê.

Her wiha koçberên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne tev li meşê bûn.

Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis destnîşan kir ku 2`ê Mijdarê ji bo gelên herêmê rojeke dîrokî ye nû ye û ev tişt anî ziman:"Berxwedana gelê me ji bo parastina rûmet û şerefê wê weke berxwedana Kobanê wekî ku çawa terorîst di şexê DAÎŞ'ê de hate têkbirin wê bibe sembol."

Di dawiyê de Telat Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya zarokên herêmê hatin têkbirin careke din dixwaze aktîf bike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi rêya êrîşên li dijî herêmê û beşdarbûna çeteyên DAIŞ`ê, El-Nusra û her kesê ku firkên DAÎŞ'ê di serê wan de ye, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin."

TIRBESPIYÊ

Îro bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda Kongerya Star kom bûn. Xwepêşandêran alên QSD`ê, wêneyên şehîdan, wêneyên komkujiyên ku artêşa Tirk der heqê sivîlan de pêk anîn, her wiha pankartên bi nivîsên"Her der Rojava ye, her der berxwedan e, 2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava ye"hilgirtin.

Meş ber bi bazara navendî ve çû, ku hemû dikandaran dikanên xwe ji bo piştgirtiya vê rojê girtibûn û bi yek dengî xwepêşandêran berxwedana QSD`ê silav kirin û êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar kirin.

Meş li pêşiya navenda tenduristiyê ya rojhilatî navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir li ser navê Kongreya Star Şaha Hesen û ser navê pêkhateya Ereb endamê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Hesen Sadat axivîn.

Axîveran êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar kirin û banga rawesandina şer kirin. Her wiha diyar kirin, ku li dijî êrişan wê heta serkeftinê berxwedan û têkoşîn berdewam be.

Di heman demê de nûnerê pêkhateya Ereb îşaret bi yekrêziya li dijî êrişên Tirkiyê kir û got, em ê piştgirtiya berxwedana QSD`ê bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, bi yek dengî bang kirin, berxwedan jiyan e, şehîd namirin.

AMÛDÊ

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo meşek li dar xistin û bang li cîhanê kirin ku parastina herêmê bikin.

Meş ji ber çerxerêya Şengal ber bi qada Şehîd Cîhad a naverasta navçeya Amûdê ve çûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî meşê bûn û alên QSD`ê, wêneyên qurbaniyên komkujiyên artêşa Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha pankartên bi nivîsên"Na ji dagirkeriya Tirkiyê, na ji guhartina dîmografî, 2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava ye"hilgirtin.

Girseya gel berxwedana QSD`ê li dijî êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin.

Meş li qada şehîd Cîhad sekinî û hevseroka Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Remziya Mihemed axivî û îşaret bi berdêlên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina herêmê de dane kir.

Remziya di dawiya axaftina xwe de got, Rêveberiya Xweser bi îradeya xwe ya azad gelek destkeftiyên mezin li ser rûyê erdê bi dest xist, ew ê parastina van destkeftiyên bikin û wiha pê de çû: “ Em rê nadin tu aliyan ku rola me ya sereke di rêxistinkirina herêmê û Sûriyê pêşerojê de paşguh bikin.”

Meş bi balkişandina girîngiya parastina Rojava, berdewamkirina berxwedanê û banga li dewletên cîhanî ku parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişan bikin, bi dawî bû.

HERÊMA DÊRIKÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Dirikê û navçeyên wê di roja Piştgirya Berxwedana Rojava ya Cîhanê de banga roja bi cih anî.

Bi hezeran şêniyên herêma Dirkê û navçeyên wê Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer di roja Piştgiriya Berxwedana Rojava ya Cîhanî de û kombûna li derdora QSD`ê daketin qadan.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeyê li Qada Şehîd Xebat kom bûn. Şêniyan pankartên bi nivîsa "Her der Rojava ye û li her derê berxwedan e" û "2`ê Mijdarê Rojava Rojava a Cîhanî ye" hildan. Her wiha pêkhateyên gundewarên girêyî navçeyê tev li meşê bûn.

Meş ji qada Şehîd Xebat destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û berxwedana QSD`ê li dijî dagirkeran, hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîgnê. Di mîtîngê de Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat got bi saya berxwedana wan tevahî cîhan îro destekê dide wan.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeyê li deriyê veguhestinê yê navçeyê kom bûn. Meş ji deriyê veguhestinê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedan QSD`ê hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçer Newaf Cidan der barê Roja Piştgirya Rojava de wiha axivî:"Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb, Suryanên xwe di destpêka şoreşê de piştgirî dan şoreşê û li derdoar wê kom bûn. Me terorîst ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir. Ji ber wê divê me bi hevre dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxînin."

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl û mamosteyên navçeyê li navenda navçeyê kom bûn. Meş ji wê derê dest pê kir û ber bi deriyê veguhestina navçeyê ve çû. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

Meş di navenda navçeyê de veguherî mîtîngê. Di mîtîngêde Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Ishaq axivî û îşaret bi serkeftinên şoreşa Rojava û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tevahî pêkhateyan li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên DAÎŞ'ê têkoşiyan, kir.

Ishaq banga yekîtiya û bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta têkbirina dewleta Tirk a dagirekr li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bidawî bû.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê jî şênî li Qada Azadî kom bûn. Meş ji qadê destpê kir. Şêniyên bajêr, rûspiyên eşîran, oldaran, endamên partiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin. Meş li pêşiya dêra Marşonî ya navenda bajarê Dêrikê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de bi navê Kongreya Star, meclisa navçeya Dêrikê û bi navê partiyên siyasî axaftin hatin kirin.

Di axaftinana de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê şer, kuştin, talankirin, rûxandina mal, cihên olî, goristan û kuştina sivîlan nas dikin.

Her wiha hat diyarkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê xwe dispêrên QSD`ê ku 11 hezara şehîd da û nameyeke da tevahî cîhanê ku armanca QSD`ê parastina xaka welat, parastina gelan bi tevahî pêkhateyên wê û têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyê wê ye.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û QSD`ê bidawî bû.