Walîtiya dagirkeriyê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qedexe kir

Walîtiya dagirkeriyê ya li Amedê biryareke skandal da û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” qedexe kir.

Walîtiya Amedê biryareke skandal da. Polîsên Şaxa Ewlehiyê ya girêdayî Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê, berî ku çalakiya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad -TJA’yê were lidarxistin, jinan re bi awayek devkî da zanîn ku dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hatiye qedexekirin.

Hat îdîakirin ku dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” “propagandaya rêxistinê” ye. Ji xeynî ragihandinekî devkî derbarê mijarê de tu belgeyeke fermî nehat pêşkêşkirin û di malpera fermî ya walîtiyê de jî derbarê qedexekirinê de tu biryar cih nagire.

Dema ku jinan di dema çalakiya xwe de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin, polîsan bi gotina “termînolojiya rêxistinê” hewl dan jinan asteng bikin.