Jinên Amedê bi erbane û meşaleyan çalakî li dar xistin
Jinên Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê li ser Pira Dehderî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” çalakiya erbane û meşaleyê li dar xistin.
Jinên Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê li ser Pira Dehderî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” çalakiya erbane û meşaleyê li dar xistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Pira Dehderî ya Amedê çalakiya erbaneyê û meşaleyî li dar xistin û bal kişandin ser kuştin û tundiya li ser jinan.
Gelek aktîvîstên TJA’yê tevlî çalakiyê bûn. Beriya çalakî dest pê bike, polîsan ser Pira Dehderî û derûdora wê dorpêç kirin. Tevî astengiya polîsan jî jinan li erbaneyan xist û dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Jinan cilên neteweyî li xwe kiribûn û xemla çalakiyê bedew kirin. Jinan demek dirêj li erbaneyan dan û dirûşm berz kirin. Dirûşmê li Geliyê Dîcleyê olan da.
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî di nav de komek aktîvîstên TJA’yê jî meşaleyan pêxistin û hatin tevlî çalakiya erbaneyê bûn. Piştre jinan li ber çirûskên meşaleyan li erbaneyan dan û bi dengek bilind dirûşm berz kirin. Her çiqas polîsan anaons kir ku çalakî û dirûşma “Jin jiyan azadî” hatiye qedexekirin jî lê belê jinan bi dengek bilind dirûşm berz kir û dengê xwe bi ser dengê anonsa polîsan xist.
Piştî çalakiya erbaneyê parlamenter Adalet Kaya axivî. Kaya diyar kir ku ew îro hîn bûne ku Walîtiya Amedê dirûşma “Jin jiyan azadî” û li her deverê dinyayê olan dide qedexe kiriye û got ku ew vê biryara qedexeyê nas nakin û biryarê şermezar dikin.
Adalet Kaya anî ziman ku ew ê têkoşîna li dijî tundiyê, kuştinên jinan, polîtîkayên qedexekirinê û qeyûman bimeşînin û heta azadiyê li qadan bin.
Piştî daxuyaniyê çalaki bi dawî bû û jin bi berzkirina dirûşman belav bûn.