Tevlîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya li Qamişlo zêde dibe

Tevlîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya li Qamişlo her diçe zêde dibe. Îro jî 75 kesên din tevlî çalakiyê bûn.

Kongreya Star û PYD`ê li bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya Leyla Guven, bi dirûşmeya "Bi hev re em ê faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn" duh li pêşiya Stada 12’ê Adarê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Di roja yekemîn a çalakiyê de 70 jin û mêr tevlî çalakiyê bûn û roja duyemîn de jî 75 kesên nû tevlî grevê bûn.

‘KURD LI DORÎ RÊBERTIYA XWE BÛNE YEK’

Li konê çalakiyê endamê Komîteya Amadekar Ezedîn Gedo axivî û diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî der di barê tecrîdkirina giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bê deng in û got: "Em piştgiriyê didin hevrêyên xwe yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine."

Gedo got: “Kurd li dorî Rêbertiya xwe bûne yek.”

Hevserokê Komîna Meclîsa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm têkoşîna hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê li Colemergê Leyla Guven silav kir û got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20 salan ve di girtîgeha dewleta Tirk a dagirker de ye. Lê wî girtîgeha xwe kiriye dibistana fikr û nêrînên azad."

Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniyeke ya Kongreya Star û PYD’ê bi dawî bibe.