TEV-DEM: PKK ji bo gelê me çêbûna rojeke nû ye
TEV-DEM'ê salvegera damezirandinê ya PKK'ê pîroz kir û got, ''PKK ji bo gelê me çêbûna rojeke nû ye.''
TEV-DEM'ê salvegera damezirandinê ya PKK'ê pîroz kir û got, ''PKK ji bo gelê me çêbûna rojeke nû ye.''
Îro Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir.
Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:
“Em salvegera 43`yan a Partiya Karkerên Kurdistanê li endam û fermandarên PKK’ê û di serî de li rêber Abdullah Ocalan û hemû gerîla, hevalên girtî û malbatên şehîdan pîroz dikin. Em her wiha li gelê xwe yê Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin.
Ji bo danîna bingeh û rêgezên zanistî ji bo avakirina şoreşeke civakî ya demokratîk li gorî derfetên xweser, PKK hat damezirandin. Ew yek bi saya lêkolîn û stratejiya dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan û bi hevalên xwe re piştî têkoşîna koma fikrî û îdeolojîk, pêk hat.
Mîlada partiyê, mîna derketina rojeke nû ji bo gelê me û destpêka avakirina pêvajoya guhertina mezin bû ku hêvî û baweriyê di navbera beşên civaka me ya Kurdistanê de vegerand. Her wiha refa kurdî bi rêxistin kir û veguherî şoreşeke rizgariyê ya nîştimanî ya Kurdistanê ya bi pêşengiya jinan û ciwanan. Ji ber bandora mezin a berxwedana hevalên li zindanan, çiyayan û bajaran a ji bo parastina çand û nirxên civakî û mirovî ji timayên faşîst û dagirkeran, şoreşa vîna gelên azadîxwaz li herêmê û cîhanê dest pê kir.
Dîrokeke bi bûyerên ku nayên pêşbînkirin dagirtî ye. Ji ber komployên herêmî û navneteweyî yên li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê rastî gelek zehmetiyan hat. Lê tevgerê berxwedana hemdem berdewam kir, piştgiriya vîn û berxwedana gelên Ereb, Asûr, Suryan û Ermen kir û di oxira dayîna piştgiriya exlaqî ji bo berxwedana wan gelên li Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, bi hezaran fedakariyên mezin kir.
Em berxwedana PKK û helwestên wê yên mirovî û nîştimanî silav dikin. Em gelê xwe yê Kurd û pêkhateyên herêmê û hemû azadîxwazên li cîhanê silav dikin ku tev li hemleya azadiya rêber Abdullah Ocalan û derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” bûne.”