TEV-DEM'ê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
TEV-DEM’ê banga tevlêbûna kampanyayay hashtagê ya ku Rêveberiya Xweser a ji bo girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên şer re ragihandiye, kir.
TEV-DEM’ê banga tevlêbûna kampanyayay hashtagê ya ku Rêveberiya Xweser a ji bo girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên şer re ragihandiye, kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Qamişlo têkildarî kampanyaya hashtagê ya ku Rêveberiya Xweser a ji bo girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên şer re ragihandiye daxuyaniyek da.
Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMʹê Zeyneb Hisên daxuyanî xwend. Hisên diyar kir ku li gel hebûna Emerîka û Rûsyayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî destekftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, bi taybet êrîşên bi balafiran dewam dikin. Hisên anî ziman ku êrîş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser jiyana bi sed hezaran sivîlan û koçerên ku ji ber rewşa ewle xwe spartine herêmê, xetere ne.
Hisên ragihand ku weke TEV-DEM’ê ew piştevaniya kampanyaya hashtagê ya ku Rêveberiya Xweser 10ʹê Kanûnê ji bo girtina qada hewayî li ber balafirên şer, ragihandiye dikin. Hisên bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî, di serî de Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên civaka sivîl ên herêmî û navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan helwesta xwe bikin yek û beşdarî kampanyayê bibin.