'Têkçûn her tim para dewleta Tirk e'

Malbatên şehîdên Kobanê diyar kirin ku wê têkçûn her tim para faşîzma dewleta Tirk be û serkeftin jî para gerîlayên azad be

Êrîşên dagirkeriyê yên ku arteşa Tirk a dagirker di 17’ê Nîsana 2022’an de li Herêmên Parastina Medyayê dabû destpêkirin berdewam dike. Malbatên Şehîdên Kobanê têkîldarî êrîşên li ser Herêmên Parastina Medyayê ji ANF’ê re axivîn.

Edlê Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk ti car nikare bi êrîşên kîmyewî wan tune bike û got: “Saziyên mafên mirovan çavên xwe ji van kiryaran re girtin e. Ev yek dide diyar kirin ku ew jî hevkarên faşîma Tirk in. Em her tim li pey Rêber Apo ne û em ê bi şehîdên xwe re serketinê bi dest bixin.”

Edle anî ziman ku ew ji kelha berxwedanê Kobanê silavên xwe ji gerîlayên berxwedêr re dişînin û wiha domand: “Têkçûna dewleta Tirk serketina me ye. Em gelê Herêma Firatê heta dawî li pey gerîlayên xwe bin. Bila her kes bizanibe em Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên herêmê yek in. Êdî dem dema azadiyê ye.”

Ciwana bi navê Zîn Ehmed jî diyar kur ku ew jî weke ciwan heta dawiyê li pey gerîlayên azadiyê ne û wiha pê de çû: “Bila dijmin baş bizane ku ti car nikarin vîna me têk bibin. Yek diçe em bi sedan radibin.”

Cîhan Bozan jî anî ziman ku faşîzîm li her derê êrîşê berxwedêran dike û ew ê ti car gerîlayên xwe bi tenê nehêlin û got: “Wê dewleta Tirk a dagirker her tim têk biçe û em ê her tim sebikevin.”