Talana zeytûnan welatiyên Efrînê dewam e

Komên çete Hemzat û Suleyman Şah ên ser bi dewleta Tirk a dagiker li Efrînê zeytûnên welatiyên sivîl talan dikin.

Çavkaniyên herêmî ji hundirê Efrînê ragihandin ku endamên komên Hamzat bacê li xelkê gundên Keferdela Jorîn,Keferdela Jêrîn, Maratê, Keferşîlê, Bablîtê yên bajarê Efrînê ferzkirine ku ji bo karbin mewsima xwe ya zeytûnan berhev bikin.

Her wiha koma çete Abu Diyab, yek ji endamên hêzên kontrolkirinê ya koma çete ya Hemzat 2000 teneke weke bace li xelkê wan gundan ferzkiriye.

Li aliyê din welatiyên ku neçar bûne koçber bûne, berhemên zeviyên wan ên zeytûnan ji aliyê çeteyên Hemzat ve hatine desteserkirin. Hêjmara darên zeytûnan ên li gund û Efrînê hatine desteserkirin navbera 8-10 hezar ye. Koma çetey ya bi navê Abû Diyab dest danîne ser berhemên van darên zeytûnan ew jî bi hinceta ku têkiliya van malbatan bi rêveberiya xweser re dana nîşandane.

Çavkaniyê anî ziman ku endamên komê xelkên van gundan agahdar kirin ku sê rojan zeytûnan kom nekin û ev biryar ji roja Pênşemê û şûnde kete meryetê. Vê yekê jî weke hinceta ku qelebalixî heye didin nîşanda, lê bi şevê malbatên çete û çete bi xwe diziya zeytûnan dikin.

Di çarçovaya qutkirin û talankitina darên zeytûnan de, endamên komê nahêlin xwediyên wan, wan qut bikin ji bilî ku destûra fermî ji meclîsa herêmî bistînin. Çete rê nadin ku welatî êzingan bikirin, heta ku destûrê ji meclîsa herêmî bigirin.

Li navçeya Şiyê jî çeteyên koma Sûltan Sûleyman Shah El-Emşat, bi serokatiya Mihemed El-Casim Abu Emşa, li ser her darê zeytûnê 8 dolar weke bace sepandiye. Li ser vê yekê welatiyên gundê Qarmatlaqê nerazîbûn nîşan da û biryar da ku berhemên zeytûnên xwe neçinin. Li ser vê çeteyên Ebû Emşe civînek ji xelkê gund re çêkir ji bo ku mewsîma darên xwe yên zeytûnê biçinin. Dîsa koma çete biryara xwe bi hinceta ku berhemên îsal ên zeytûnê pirin li serê darê şûna 8 dolaran kire 11 dolar û darên bê berhem jî heq jê nagirin.