Tabûra Ermenan: Dewleta Tirk çeteyên li Sûriyeyê dişîne Qerebaxê

Tabûra Ermenan a Şehîd Nûbar Ozanyan diyar kir ku wan hêzên xwe neşandine Ermenistanê û got ku, “Dewleta Tirk li dijî Kurd û Ermenan konsepta îmhayê dimeşîne.”

Tabûra Ermenan a Şehîd Nûbar Ozanyan li Sûriyeyê yekemîn tabûra Ermenan e . Rêveberê tabûrê Nûbar Melkonyan şerê li Qerebaxê û pêvajoya heyî ji ANF’e re nirxand.

Melkonyan bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye ji bo li Kafkasyayê hegemonyaya xwe zêde dike, Azerbaycanê bi kar tîne.

Melkonyan diyar kir ku ew şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê şermezar dike û got, “Ev şerê ku wekî yê Ermenistan û Azerbaycanê te xuyakirin, şerekî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk plansaziya vî şerî kiriye. 150 serbazên Tirk ên di asta herî bilind de, di koordînasyona vî şerî de ne. Di êrîşên hewayî de yên li dijî warên Ermenan, balefirên şer ên Tirk û pîlotên wan cih digirin. Hêzên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk di van şeran de cih digirin. Jixwe Tirkiye wekî ku wezareta karê derve ya Azerbaycanê ne, daxuyaniyan didin. Daxuyaniyên li ser agirbest û aqûbeta şer ji rêveberiya Azerbaycanê zêdetir wezareta parastinê ya dewleta Tirk dike. Lê ev jî heye di pişt vî şerî de berjewendî û planên hêzên navneteweyî hene.

Di vî şerî de dewleta Tirk him li ser maseyan e û him jî li qadê ye. Em vê êrîşkariya dewleta Tirk şermezar dikin. Em dizanin heman êrîş li Başûr, Rojava û Kurdistanê li ser Kurd û Ermenan tê kirin. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê li dijî HDP û karkerên Kurd jî êrîş hene. Ev ne tesadufî ne. Jixwe dewleta Tirk bêyî dijmin nikare bijî, divê ji xwe re dijminan peyda bike ,di navbera gelan de şer çêbike û bi êrîşên dagirker karibe sûdê ji şeran werbigire. Di vî şerî de ye di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, gelek berjewendiyên dewleta Tirk heye. Dijminatiya dîrokî ya li hemberî Ermenistanê, sûdwergirtina ji petrol û gaza herêmê û ya din jî Tirkiye dixwaze Azerbaycanê bi xwe girê bide. Dewleta Tirk dixwaze hegemonyaya xwe ya li Kafkasyayê zêdetir bike. Em Ermen van êrîşan wekî qirkirina duyemîn dibînin. Di bîra gelê Ermen de hê jî tirsa qirkirinê heye. Lê ruhê yekîtiyê yê Ermenan jî bi pêş ket. Çawa bi êrîşên li ser Efrîn û Serêkaniyê hestên yekîtiyê di nav gelê de Kurd de çêbû, bi êrîşên li ser Qerebaxê jî hestên gelparêziyê bi pêş ket.”

Li ser îddîayên dewleta Tirk dibêje Tabûra Ermenan a li Sûriyeyê jî di nav de hêzên li Sûriyeyê çûne Qerebaxê jî got ku “Armanca yekemîn a Tabûra Ermenan a li Rojava, parastina Ermen û axa wan a li Rojava ye. Armanca duyemîn jî xwedîlêderketina çand û zimanê Ermenan e. Tabûra Ermenan a niha li cihê xwe ye û pêdiviya artêşa Ermenistanê bi vê tabûra me tune. Peywira sereke ya Tabûra Ermenan a Şehîd Nûbar Ozanyan ev e ku di nav Rêveberiya Xweser de xwe û Ermenên li ser vê axê biparêze.

Em dizanin ku PKK ne li Ermenistanê ye. PKK têkoşîna xwe ya azadiyê li ser axa xwe didomîne. Sedemek tuneye ku ew li Ermenistanê bin. Di heman demê de plan û meyleke wisa ya YPG’ê jî tune. Ew axa xwe diparêzin. Tabûra Ermenan a Şehîd Nûbar Ozanyan jî hêza xweparastina axa li Rojava ye. Ji ber vê jî tu sedemek tuneye ku li Ermenistanê bin.”

ŞANDIYA ÇETEYAN

Melkonyan diyar kir ku dewleta Tirk j xeynî leşkeran çeteyan jî dişîne Azerbaycanê û got ku “Ji ber ku şandina çeteyan erzan e. Dema ku gelên li Tirkiyeyê hinek kes dimirin, gel li hemberî dewleta Tirk hêrs dibe. Lê dema ku çeteyan bişîne wê derê, dewleta Tirk pêşiya hêrsê jî digire. Sedemeke din jî ev artêşên beredayî ne. Li ku derê talan, tecawiz hebe, ev çete çavgirtî diçin wê derê. Wekî ku tê zanîn ev çeteyên hatine şandin li Azerbaycanê talan kirin, jin revandin.”

Melkonyan diyar kir ku Ermen di serî de li dinyayê hemû kesên aştîxwaz li hemberî van êrîşên dagirker ên dewleta Tirk rabin û serî hildin. Melkonyan got ku, “Divê polîtîkaya saziyên girêdayî Tirkiyeyê teşhîr bikin. Dema em bala xwe didinê qeder û daxwazên gelê Kurd û Ermen tu carî ev qasî nêzî hev nebûye. Gelê Kurd û Ermen hest û qedera wan bûye yek. Divê Kurd piştgiriyê bidin Ermenistanê û Ermen jî êrîşên li ser Kurdan û Rojava wekî êrîşên li dijî xwe bibînin.”