Sûriye û Rûsyayê lez da operasyonên xwe yên li Îdlibê

Rûsya ku bi hêzên hikumeta Sûriyeyê re di nav tifaqê de ye, lez da operasyonên xwe yên li Hama û Îdlibê.

Hate ragihandin ku herêmên Rûsya û rejîma Sûriyeyê kirî armanca xwe, herêmên ku beriya niha Tirkiye û Rûsyayê weke “Herêmên Bê Şer” ragihandine.

Operasyonên Rûsya û rejîma Sûriyeyê, li bakurê Hama û herêmên başûrê Îdlibê pêk tên.

Hate ragihandin ku ji ber operasyonê bi hezaran kes ber bi kampên nêzî sînorê Tirkiyê ve reviyaye. Tê îddîakirin ku di operasyonê de bombeyên varîl jî tên bikaranîn. Çavkaniyên nêzî çeteyên Tirk, eşkere kirin ku di encama bombeyên varîl de herî kêm 15 sivîl mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê jî xwe spart çavkaniyên leşkerî û diyar kir ku komên çete berpirsyarê şer in. Heman çavkaniyê ragihand ku operasyon tenê li derdora Hamayê li dijî “Komên çete” pêk tê.

Li herêma Îdlibê, çeteyên Heyet Tahrir El Şam (HTŞ- El Nusraya berê) ku ser bi Tirkiyê ve ne hene.

Li milê din, çeteyan daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku li gelek deverên di bin serweriya rejîma Sûriyê de dane û herî kêm 4 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.